Wêne: Fredrik Sandberg/SCANPIX.

Aboriya Swêdê pir, bêkarî kêm dibe

Ev yek li gor nirxandinên   aborîzanên Bankaya Xweserên Skandinavyayê ye,  Skandinaviska Enskilda Banken ku van hejmaran ji Statistiska centralbyrån, Buroya Îstatîstîkê ya Navendî  wergirtine.

Aboriyek bihêztir wisa dike ku buhayê kronê jî gihijtiye asta herî bilind piştî sala 1998 an. Bankeya Swêdê ya Navendî , Riksbanken dikare şidaytir li pişkoka faîzê bitikîne ji bo ku leza wê daxîne û ev jî dê kronê hê bihêztir dike.

Vê sibê buhayê dolarê 6,48, Euro 8.87 û pounda birîtanî jî 10.29 kron bû.

Mizgîniyek din ji swêd re heye .

Aboriya  swêdê bilind dibe û hejmara bêkariyê jî kêm dibe. Meha çileya pêşîn de hêza karî kete  sedê 7,4 bêkaran. Ango 364 000 kes bêkar in di dema hanê de. Ev daketinek bi 53 hezar kesan e, li gor sala 2009 an li gor Buroua Istatîstikê ya Navêndî

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista