Gilîyên tawanên binefret yên antîsîmîtî kêm dibin li Malmö. Wêne:Stig-Åke Jönsson/Scanpix.

Gilîyên tawanên binefret yên antîsîmîtî kêm dibin li Malmö

Hejmara gilîyên tawanên binefret li dij cuhûyan li Malmö di hundirê sala 2010 de bi nêvî bûn danberhev bi sala berîya wê re. Lê li hêla din tawanên bi bingehên nijadperestî yan bi tirsa îslamê bihêz bêhtir bûn, ev li gor statîstîk û hejmarên polîsên Skåne. 

Lê metirsî û nearamîya pêşerojê hîna jî peyda dibe di nav cemaeta cihûyî de.

Şîroveya derbarê tawanên binefret hemberî kesên ji kokên cihûyî, berfireh bû li Skåne di 2010 de. Bêhtirînê gilînameyên bi girêdanên tawanên antisemîtî li Skåne bûn, û li Malmö yê hejmara wan ducar bû di 2009 de û giha 80 gilînameyê.

Naverokê wan jî, mişt rûmet şikandin bû, tehdîd, zorî, û aciz kirin bûn di dibistanan de. Û di sala 2010 de hejmara bi nêvî bûn.

Susanne Gosenius, kordîne kar e bo tawanên binefret ba polîsê Skåne. Û li gor wê ronîkirineke mumkin heye bo kêmbûna hejmara tawanên binefret yên antîsîmîtî sala par:

- Bi rastî nizanin. Em dibînin ku ew gilînameyên tawanên binefret yên hatinin kirin sala 2009, bêhtir girêdayê bûyerên di wê demê de li Malmö yê li dar ketibûn. Du bûyerên mezin yên wê demê, xwepêşandanên Îsraîlê û Davis Cup bû, dema taximê Îsraîlî hatin û li vê derê lîstin. Gelek gilî hatin kirin di demên çûn yan vegera ji xwepêşandanê yan ji lîstikên Davis Cup ê.

Eger hejmara gilînameyên tawanên binefiret bi naverokên antîsîmîtî kêm bûnin, hejmarên tawanên binefret bi girêdanên nijadperestî û bitirsa îslamê bêhtir bûnin.

Yên bi naverokên nijadperestî ji 167 bûn 302 heb, û yên bi tirsa îslamê ji 7 bûn 40. Gelo zelal kirin bo vê yekê peyda dibe? Susanne Gosenius ji polîsê Malmö yê ronî dike:

-Ez wê jî baş nizanim. Ez tenê karim guman bikim ku em, polîsê Malmö, nuha bêhtir giranîyê datînin ser van bûyeran û wan eşkere dikin. Kare wilo jî be ku şîroveya sala berîya wê li dar ket di çapemenîyê de, hiştî ku meyila gilîkirinê bêhtir bibe ba milet.

Susanne Gosenius ji polîsê Malmö yê bawer dike ku milet nuha gilîkirinê bi wate dibînin danberhev bi berê re. Ew dibêje jî ku pere yan deramet nehatinin danîn ser vî warê ji aliyê polîs ve:

- Me derametên zêde tunen in, lê me giranî danî ser perwerde kirina cihên wergirtina gilîyan û yên kar dikin li polîs Malmö yê de,  ji alîyê tawanên binefret de. Me lêkolînerên taybetî henin yên kar dikin di warê tawanên bi vî awayî de û ev babet, babeteke em dixin pêşî de.

Cemaeta cihûyî li Malmö yê gelek nameyên tawanên binefret wergirtin sala 2009 û gelek ji wan hizra barkirinê kirin ji Malmö. Polîs jî dibîne ku ta nuha hîna jî hawîrdoreke têrnefret heye li Malmö. Ev hem dîtina Fredrik Sieradzki jî ye, peyivdarê cemaeta cihûyî li Malmö:

-Bergeha dîtinên antîsîmîtî rastîyeke peyda dibe li Malmö. Û bi salan re jî wenda nebûye. Ez ê berîya her kesê din kêfxweşbûma eger bûyerên tawnên binefret yan yên antîsîmîtî kêm bûbana.

Susanne Gosenius ji polîsê Malmö dibêje ku, lihevketinên grûpên cuda li Malmö her serê demekê, ji berve naskirî ye:

-Me beriya nuha ev tişta dîtîye. Eger rewş nearam be li Gaza yê û li herêma perava rojhilatî, bandorê wê li vê derê jî dîyar dibin. Ev ne fenomeneke nû ye. me ev yeka hem di şerê Balkan de jî dît, ku nakokî digihêjin vê derê jî.

Lê Fredrik Sieradzki, zelal dike û dibêje ku tu şerê eşkere tune ye navbera grûpên gelî yên cuda de li Malmö yê, wekî nimûne navbera cihû û musilmanan de. Ya bûye tewanên binefret, ji grûpên biçûk tên yên wxedan van bîr û bawerîyan.   

Fredrik Sieradzki, peyivdarê cemaeta cihûyî li Malmö yê careke din:

-Piranîya kesên ji rojhilata navîn û welatên musilman li Malmö yê ji rojhilata navîn, tu astengîyên wan tunen in ji alîyê hebûna cihûyan li Malmö. Eger astengîyên wan hebin jî, eşkere nekirinin.

Lê ya heye, bergeha dîtina ye ya belkî bi bandora îslamîsma radîkal û bingehîn, lê hem jî ji ber bûyerên di rojhilata navîn de li dar dikevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".