Säpo ji bo çavdêrîya signalan maf wergirt

 Polisên ewlehîyê dê ji bo bikaranîna çavdêrîya signalan maf werbigirin. Ev ji aliyê komisyona dadê ya parlementoyê di navbera partiyên burjuva û Socyaldemokratan ve di nav gotûbêjek de hat biryar dan. Li gor bernameya nuçeya kanala televizyona Swêdî Rapport.

Piştî sala 2009 pêve ji ber qanûna Dezgeha Artêşê ya Lêkolînê- Försvarets Forskningsanstalt, Säpoyê nedikarî siparîşa çavdêriyan ji Dezgeha Artêşê ya Lêkolînê bike.  Lê piştê bûyera terorî li Stockholmê, meha çileya pêşîn gelek pirsîn ka ev sînorkirin bûye ku egera xwekujerîyê ji Säpo re nenas bûye.

Partiya Jîngehê û Partiya Çep li dij derketin.

Partiyên hikumetê hê di berê de lihevkirî bûn li ser hebûna mafê Säpoyê ku siparîşa signalan ji Dezgeha Artêşê ya Lêkolînê bike, lê ger ew dezgeh anjî organek din dê li ser vê kar bike , pirsek e ku tê lêkolîn. Meha adarê de bersiveke  xuya tê payîn.

Cara yekeme ku  Sosyaldemokrat û partiyên burjuva li ser pirseke bihevre tevdigerin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".