Wêne: Cecilia Bäcklund/SR Väs

Ji ber şewata otelê mêrekî 34 salî duh hate girtin

Ji ber şewata otela Swania li Trolhättanê ku duh rûda bû mêrekî 34 salî hate girtin.Li gor Thord Harqaldsson  şefê polis yê tawanê yê wilayeta Trolhättanê ev girtin bi awayekê ararm pêk hatiye.

Polîsê vê sibe seet 8:00 de agahdari li ser vê girtinê ragihand lê ev girtin duh şev hate lidarxistin. Gumandarê 34 salî ku ji Bohuslänê ye li navenda Trolhättanê de bê teviheviyekê hate desteser kirin.

Mêrik di jêpirsînê de hinek rewşên pejirandiye di derbarê ka li ku derê bûye di dema bûyerê  de.li ser vê polis naxwaze bêtir agahdarî ragihîne di dema niha de.

Ev gumandar  ji Bohuslänê ye û di van salên dawî de li Norvecê jiyana xwe dike.

Û li Norvecê ji aliyê polisan ve tê nasîn li gor  Thord Haraldsson.

-Li wir ji ber çend tawanan ji aliyê polis ve tê nasîn, lê ev sucên mezin nînin dibêje Thord Haraldsson ji Radyoya Swêdî P4 Väst re.

Ev şewat wek şewatek giran tê binavkirin  û lêkolîna teknîkî dide diyar kirin ku bi qestî hatiye kirin. Polisan piştî lêpirsînên 150 kesan re,  ket pê vê kesê û pîştî ifadeyên gelek şahîdan vê girtinê pêk anî.

.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".