Giliyên mobbingê bêtir dibe

Hejmara gilîyên mobbningê ango tahde lêkirinan sala par hema hema bû du carê xwe ji ev hejmar sala 2009 an de 600 bû û sala par de bû 1100 gilî. Ev yek li gor statîstîka berpêşkî ya ombudsmanê zarok û xwendekaran e ku îro di rojnameya Dagens Nyheterê de hate weşandinê.

Piraniya gilîyan ji xwendakaran e ku ji aliyê xwendekarên din ve hatine biçûkxistin.

Lê nêzikê 500 ji wan 1100 gilîyan biçûkxistinên ji aliyê karmendên dibistanan bûye.

Ombudsmanê Zarok û Xwendekaran  dibêje ku ev hejmar erêni ye ku bi vê awayê pirsgirek bi zelalî xuya bibe û dibistan bêtir balkêşî bide ser pirsê.

Ew programên ku dibistan li dij mobbingê bikar tînên bêkêr in û ê nebaş, dikare mobbingê bêtir jî bike. Ev li gor Skolverketê -Daîreya Giştî ya Dibistanan e ku îro mezintirîn encamnirxaninda xwe  pêşkêş ki,  ku bi heşt  programên li dij mobbingê di dibistanên Swêdê de hatibûne bikaranîn.

Herwuha ev program xwediye zanistiyek lawaz e li gor daireyê û lewra niha tawsiye dike ku dibistan êdi vê programê qet bikar neynin. Annika Hjelm amojgara perwerdehiyê ji Skolverketê bêtir ronahî dide me,

-Daîre piştî vê qasê êdi nikare tawsiyeya yek ji wan programan bike.  Nûçeyek ji vê nirxandinê ew e ku ferqek navbera tedbîrên mobbningên ji keçan û mobbningên ji lawan  heye dibêje Annika Hjelm.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".