Polîs guleyên plastîk berdide bi hezaran xwepêşandêrên li ber mizgefta navdar al-Azharê li Kahîreyê. Foto: Radyoya Swêdê

Wezareta karê derve ya Swêdê: neçin Misirê

Tevahiya paşnîvroyê Misir diheje bi pevçûnên mezin yên di navbera polîs û xwepêşandêran. Siyasetmedarê muxalif Mohamed El Baradei di malekê de girtî ye. Wezareta karê derve ya Swêdê, ji ber rewşa aloz ya li welêt, şîret dike ku hemwelatiyên Swêdê neçin Misirê.

Li bendê ye ku dê misriyên sorgonî yên li Stockholmê ji bo xwepêşandanê li meydana Sergels torgê bicivin û ji wir bimeşin ber bi sefaretxaneya Misrê li kolana Stranvägenê. Înîsiyatîfa vê çalakiyê ji aliyê grûbên feysbûkê hatiye kirin.

Di çalakiyên van rojên dawiyê bi hezaran kes hatine girtin. Hikûmeta misirî doh tehdît kiribû ku ew dê bi awayek dijwar bersivê bidin xweşandanên ku plan dibûn îro li dar bikevin. Weke li bendê bû, îro jî xwepêşandanên li Misirê her çû mezin bûn û tê ragihandin ku li çend aliyên welêt pevçûn derketine. Xwepêşandêr li herêmek nêzî yek ji koşkên serokdewletiyê yên Husnî Mubarakî civiyane, li gorî ajansa nûçeyan Reutersê. Li taxên Kahîreyê û li pir bajarên din di navbera polîs û xwepêşandêran de pevçûn derketiye.

Pêşî hat ragihandin ku Mohamed Mohamed El Baradei yê ku vegeriyaye Misirê ji bo ku siyaseta muxalefetî bike, hatiye girtin.. Lê ev agahî paşê hat guhertin ku ew ji aliyê polîs ve hatiye astengkirin ku ji malê derkeve. El Baradei diyar kiriye ku ew amade ye ji bo demekê welêt rêve bibe eger ku gelê Misrê vê yekê bixwaze.

Rolf Ekéus, dîplomat e û pir caran bi El Baradei  re hatiye cem hev. Ew dibêje ev salek du sal in ku el Baradei li ser vegera Misirê fikiriye:

- Ez bawer dikim ku ew mitalan dike ku Misir her, bi wê rejîma xwe di cîhê xwe de asê maye, û niha piştî ku gotegotên ku lawê serokdewlet Husnî Mubarak jî dê xwe berendam deyne ji bo serokdewletiyê, û rewşa ku 10-15 salên jî dikarin bi eynî malbat û eynî rêçûnê derbas bibe, El Baradei xistiye nava fikaran, Ekeús ji nûçeyên radyoya Swêdê re dibêje.

Ji bo pozîsyona El Baradei ya dîplomasiya navneteweyî jî Ekéus dibêje li gorî ku El Baradei karmendek navneteweyî ye, ew wêrek e ku vê gavê davêje lê ku ”ev gava wî pir mantiqî ye”.

Gelo ev xwepêşandan tên çi wateyê? Ekéus ê ku bi salan bi pirsên çekkêmkirinê xebitiye:

- Misir ne Tûnis e. Em behsa aktorek giran û mezin yê qada siyaseta navneteweyî dikin. Rewşa Misirê dê bi awayek tayînkar bandorê bike li pirsa Îranê, û li ya Îsraîl û Filistînê. Bûyerên mezin diqewimin û hêviya me ew e ku bêyî xwîn birije hêzên siyasî karibin rola xwe bilîzin, Ekeus dibêje ji nûçeyên radyoya Swêdê re dibêje.      

Lê heta niha ji rola hêza siyasî zêdetir, bi hezaran xwepêşandêr hatine girtin û rastî desthişkiya polîsî hatine. Girtina bi hezaran mirovên van rojên dawiyê Amnesty’yê dixe nava fikaran. Lise Bergh, sekretera giştî ya Amnesty ya Swêdê ye û ew behsa mercên dijwar yên binçavî û girtîgehên misrî dike:

- Kesên tên girtin, bêyî ku doz li wan vebe û bêyî biryara dadgehê, demên dirêj di girtîgehê de dimînin. Îşkence û binpêkirin pir dibin hem ji aliyê polîsên girtîgehê û hem ji aliyê polîsê ewlekariyê. Sala derbasbûyî ji me re ji ber îşkencê mirina 4 kesan rapor bû, Bergh ji nûçeyên radyoya Swêdê re dibêje.

Înternet ji bo xwepêşandêrên li Misrê heta doh jî kanala danûstendinê ya ji bo komkirina mirovan  – ku gûman dibe hikûmet dixwaze bifetisîne. Ji doh êvara roja pênçşemê û pêde ve, malperên înternetî yên bi adresa Misrê nema vedibin. Digel ku Karim Haggag ê berdevkê sefaretxaneya Misrî li Washington, di peyvînekê de ji ajansa nûçeyan Reutersê re diyar kiriye ku ne hikûmeta Misrê înternet girtiye jî, bawer dibe ku hikûmetê trafîka întenertî qut kiriye ji bo ku mirov nikaribin li hev bigerin û xwe bi rêxistin bikin. Li gorî ajansa nûçeyan Reutersê, ji bilî nebûna înterneta Misrî, pir rapor hatine ku mirov nema dikarin sms:an jî ji telefonên xwe bişînin. 

Wezîrê karê derve yê Swêdê Carl Bildt, li derengê şevê din li twittera xwe nivîsî ku eger agahiyên astengkirinên trafîka înternetî rast bin, ew vê yekê mîna bûyerek ciddî dibîne. Bildt li bloga xwe nivîsiye: "Pêşeroja Misrê divê ne bi girtina întenetê, lê bi vebûna sîstema siyasî ava bibe”. 

Olof Ehrencrona, li wezareta karê derve ya Swêdê, bi pirsên azadiya înternetî mijûl dibe. Ew dibêje hemû xebatên li dij sansûra înternetî, erênî ne.

- Nêrîna min e ku hemû yên ji bo azadiya derbirrînê dixebitin, piştgiriyê ji me dibînin û ev yek ji bo vê rewşê, ango ya Misrê jî derbas dibe, Ehrenkrona dibêje.  

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".