1 av 2
Wêne:Tomas Oneborg/Scanpix
2 av 2
kolaj: Zayele

Amnesty International ya swêdî bi nearamî li rewşa mafê mirovan di Sûrîyê de dinere

11 min

Rêxistina efûyê ya navneteweyî, Amnesty International, doh êvarê semînerek li dar xist li Stockholmê, bi sernivîs: Sûrîyê, yek ji dîktatorên herî mezin e di cîhanê de.

Yên beşdarî semînerê bûn, Peter Löfgren, peyamnêrê berê yê televisiyona Swêdê, Svt, di rojhilata navîn de, Faraj Bayrakdar, şaîr û nivîskar û yek ji zindanîyên kevin di zalimtirîn zindanên Sûrîyê û Katarina Bergehed bû kordîne kara Sûrîyê li Amnesty International ya Swêdî.  

Di semînerê de gelek babetên girêdayê sîyaseta Sûrîyê hatin şîrove kirin û bêguman mafê mirovan û rewşa zindanîyên sîyasî, xalên herî navendî bûn.

Bi taybetî piştî belav kirina rapora salane ya rêxistina mafê mirovan, Human rights watch, ya tê de rewşa mafê mirovan di 90 welatan de hate nirxandin û Sûrîyê jî yek ji wan bû. Li gor raporê, rewşa mafê mirovan li Sûrîyê ji yê herî xirab bû di temamê cîhanê de. Gelek parêzer û çalakvanên mafê mirovan hatinin zindan kirin, her weha bikaranîna metod û awayên zorîyê hemberî kurdan û awayên êşkenceya giran, çend ji xalên rapora Human Rights watchê bûn, derbarê rewşa li Sûrîyê.

Katarina Bergehed ji Amnesty International gelekî nearam e derbarê rewşa mafê mirovan li Sûrîyê û bi taybetî lawaz bûna opozîsyonê li wê de:

- Rewşa mafê mirovan baştir nabe û her berdewam e wekî me ji berê ve dîtîye. Danberhev bi beriya 20-30 salî re pêşketinên biçûk bûnin, lê em gelekî nearamin ji ber rewşa nebûna azadîya mafê derbirîna bîrûbawerîyê û mafê kombûnê. Milet tên zindankirin bo gelekê salan ji ber dîtinên xwe, yan jî tên aciz kirin bi awayên din. Nebaşbûnek nuha jî ku opozîsiyon bi awayekî cidî lawaz bûye li Sûrîyê.

Rojnamevan Peter Löfgren, di gelekê salan kar kirîye li rojhilata navîn û doh beşin ji belegfilîmê xwe nîşan da, yê bi navê ”Råd för resande till Syrien”, ”amojgarî bo rêwîyên diçin Sûrîyê”. Filîmek derbarê rastîya wî bi çavê xwe dit li Sûrîyê wekî rojnamevan û metirsîyên tevlî wan bû di gera xwe.

Ew dibêje ku rejîma Sûrîyê ji zalimtirîn rêjîmên wî dîtîye û rewşa kurdan bi taybetî, ya herî cidî û xirab e:

- Yên herî berxeterin ji alîyê zordestîyê li Sûrîyê, bêguman kurdin li bakûrê Sûrîyê. Mafê azadîyê bo wan bi carekê re tune ye û ew jî daxwaza neteweyeke xwe dikin din, lê têr dike tenê bi zimanê xwe biaxivin yan emaileke rê bikin ne bi dilê rêjimê be, bo girtin û zindan kirina wan.

Bi kar anîna destûra îstîsnayî li Sûrîyê, desthilatiyeke berfireh xistîye destê cîhazê muxaberatê rejîmê û hem jî dadgehên bilind di Sûrîyê de. 

Katarina Bergehed ji Amnesty International ya swêdî dibêje ku Sûrîyê ev destûra îstîsnayî di 50 salî de bi kar anîye, herçend dext hatinin danîn ser wan bo rakirina vê destûra ne pêwîst û ya bûye sedema navendî bo bi kar anîna êşkenceyê û tade û acizîyên tên kirin hember milet kurd li Sûrîyê. Herçend jî Sûrîyê bi xwe ser peymana navneteweyî ya hember bi kar anîna êşkenc kirinê îmze kiriye jî.

Katarina Bergehed, rewşa kurdan, yên tên jimartin ku nêzîka 10 % ji miletê Sûrîyê nin, zelal kir. Berîya hertiştî maf û rewşa kurdên îro li herêmên dora sînor de dijîn û bêwelatî nin, anî ziman. Ew kurd tên dabeş kirin di du beşan de: yên bîyanî û yên ne qeyd kirî. Ev tê bi wateya ku bi carekê re, ne xwedan mafin di Sûrîyê de yan jî dijîn bi mafên  gelekî sînorkirî.

- Miletê kurd li Sûrîyê tên dîskrîmîne kirin û cudatî kirin rojane û ev yeka bandorê dike ser imkanên perwerde kirinê, kirîn û firotinê, saz kirina şirketan û wekî nimûne seferên derveyê welat û gelek tiştên din yên girîngin bo hemwelatîyekî.

Û li hêla din, rewşa sîyasî û azadîya derbirîna bîrûbawerîyan. Ew kurdên çalak û ji alîyê sîyasî ve organise kirî nin, di metirsîyeke mezin de dijîn. Kesên çalak, tên wenda kirin, zindan kirin û bi giranî tên êşkence kirin.

Emin Suleman, yek ji yên amade bû li semînerê û wî semîner bi xwe baş dît, lê dibêje babetên hatin şîrove kirin demeke dirêjtir dixwazin.

Ew herdem agahdarê rewşa mafê mirovan e li Sûrîyê û dibêje rewşa zindanîyên kurd gelek giran û bi êş e. Wekî kurdek li derveyê welat, bêdengiya cîhanî ji alîyê rejîma Sûrîyê ve mixabinek mezin e, li gor wî. Ev yeka kare yek ji sedemên bihêzbûna rejîmê be.

Rojnamevan Peter Löfgren, rexnedarê bêdengîya sîyasetmedarên swêdî ye derbarê rewşa mafê mirovan li Sûrîyê bi taybetî. Ew temamê Sûrîyê wekî zindaneke mezin dibîn e, bi miletekî zindankirî di hundirê xwe.

- Milet ji zaroktiyê de hatin perwerde kirin, ji beriya 40 salî ve dema binemala Asad hatinin ser hukumê,  ku ev rejîma ya herî baş e bo wan û bo rewşeke stabîl û rûniştî di welat de. Bo ku nekevin nakokîyên etnîkî de mîna li Lubnanê û ne jî têkevin rewşeke şer û tevlîhevîyê de, wekî rewşa li Îraqê.

Û li hêla din jî milet zanin, bê kare çi bi serê wan de be eger devê xwe vekin û rejîmê rexne bikin.

Peter Löfgren derbasî babeta serîhildanên miletî dibe yên nuha hêdî hêdî belav dibin di welatên erebî de. Ew bawer dike serîhildanên wilo dê dawîya hemûyan  bigihêje Sûrîyê, ji ber bi sadeyî milet fêr nebûnin xwedan dîtinên cuda bin. Miletê sûrîyê sînorên hizr û xewnên xwe baş dizanin.

Û ji ber milet bi xwe, Peter Löfgren danûstandinên resmî navbera Swêdê û Sûrîyê gelekî giring dibîn e bo başbûn û pêşketina rewşa sîyasî li wê derê, lê ser şertê ku sîyasetmedarên swêdî daxwaz û dextê deyinin ser wan bo pirsên mafê mirovan û muamelek bi rûmet hemberî mirovan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista