Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Rêwîyên swêdî dest bi vegera mal dikin ji Misrê

Hat weşandin måndag 31 januari 2011 kl 13.14
Rêwîyên swêdî dest bi vegera mal dikin ji Mirsê. Wêne:Nasser Nasser/Scanpix

Tên texmîn kirin ku nêzîka 15 000 swêdî li Misrê peyda dibin nuha, bêhtirînê wan li herêmên turîstî nin li dora derîyaya sor. Şirketên seferan saz dikin dê ji nuha ve hewil dibin rêwîyan vegerînin mal.

Joakim Larsson ji beşê çapemenîyê ya wezareta karûbarên derve ji beşê nûçeyên radiyoya swêdê re dibêje Şîret û amojgarîya wezareta karûbarên derve ew e ku hemû swêdîyên li herêmên cuda yê Misrê nin, qedexeya derketina derve qebûl bikin, tevlî çalakîyên sîyasî nebin û herdem agahdarê rewşa li dar bin bi rêya şirketên xwe yên seferê.

Wezareta karûbarên derve temîyê li swêdîyan dikin ku seferên ne zêde giring bin, nekin bo Misrê. Gelek welat û di nav wan de, Finlanda û Amerîkayê plan dikin ku hemwelatîyên xwe vegerînin mal ji Misrê. Lê Joakim Larsson, ji beşê çapemenîyê yê wezareta karûbarên derve dibêje ku vegerandina hezaran hemwelatîyên swêdî yên li Misrê, di rewşa nuha de ne aktuel e:

- Bêguman her welatek û bi serê wxe birîyar dide. Ez dizanim, wekî nimûne ku Amerîka dixwaze alîkarîya wan hemwelatîyên nikaribin bi sere xwe vegerin mal, bike. Eger ew kesana alîkarîyê nebînin ji alîyê şirketên sîgortê vey an jî şirketên seferan saz dikin, wê demê vegerandina wan aktuel dibe û ta nuha em neketinin wê rewşê de.

Şirketa Ving xwedan 1800 rêwîyên turîstî nin li Misrê û Magdalena Öhrn, şefa agahdarîyê dibêje ku di vê heftîyê de dê hewil bidin rêwîyên xwe vegerînin malê:

- Armanca me ew ku em hemû rêwîyên xwe di hundirê vê heftîyê de û bi çûnûhatina belefirên normal û hem jî yên zêde hatinin danîn, vegerînin Swêdê.

Dîyare jî ku ne tenê Ving bi vê nêtê nin, şirketên din jî dê her wekî wan bikin. Ji ber qanûnek heye derbarê gerên plankirî û yên paket û ew bo hemû şirketên ger û seferan saz dikin.

Jan Nyquist, ji konsumentverket, daîreya serfkaran ya giştî û beşê berpirsîyarîya geran bi xwe dibêje ku hemû şirketên gera saz dikin gerek li gor şîret û amojgariyên wezareta karûbarên derve herin:

- Di rewşa hazir de wezareta karûbarên derve dawe nekiriye ji şirketan ku hemû rêwîyên xwe vegerînin mal, lê diyare naxwazin ji nuha û pêve rêwîyên din sefer bikin Misrê û ji ber vê yekê jî seferên bo Misrê tên rawestandin. 

Şirketên serfer û gera saz dikin, dixwazin piştrast û ewle bin ji vî alî ve û gerên xwe radiwestînin. Magdalena Öhrn ji Ving, careke din:

- Me hemû balefirên bo Misrê û herêma deryaya sor rawestandinin ta 23 heyva duan. Û bo mişterîyan bêpere ye gera xwe biguherin yan jî dawa perên xwe bikin.

Bo wan yên di nîvê dema gera xwe de vedigerin malê, dê beşê perên her rojekê werbigirin, ser bingehê bê çend rojan gera wan kurtir dibe. Sten Olof Carlsson, yek ji turîstên swêdî ye li Misrê û tatîla xwe li Sharm-el sheik derbas dike nuha, ew ji dil dixwaze vegere malê:

- Me kanalên BBC û CNN henin û bêguman mirov dikeve tirsê û nearam dibe dema em vê hemûyî dibînin. Em hatin vê derê ji ber em westîyayî bûn ji ber zivistana tund û sar, lê bûguman em dixwazin ji nuha ve vegerin mal eger imkan hebe.

Îro dê şîrketên saz kriina serferan balefirên vala bişînin Mirsê bo vegeranina turîstên swêdî bo malê.

Û serokwezîrê Swêdê, Fredrik Reinfeldt, yê nuh vegeriyaye ji civîna navneteweyî ya aborî ya li Davos û ya têde rewşa Misrê bi cidî hate şîrove kirin, dibêje ew hêvîdar e desthilatiyeke demokratîk li Misrê hukim bike û Hosni Mubarek bên îstîfa kirin:

- Ev e xwesteka miletê Misrê piştî desthilatiyeke 30 salî di welatekî de ji sala 1981 de destûra îstîsnaîyî bikar tîn e. dê di heyva nehan de hilbijartinên serokatîyê li dar kevin li Misrê û wê demê imkan dê hebe bo guhertina serokê welat.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".