Wêne:Yvonne Åsell/Scanpix

Karxwazên li YE re alikariya malbarkirinê

Ji bo bêtir li ser alikariya malkêşî
3:35 min

Ji duh ve (1 sibatê 2011) karxwazên li Daireya Karî / Arbetsförmedlingen dê bikarin  alikari werbigirin ji bo malkêşanê  di nav welatên Yekitiya Ewrûpayê, Hevkariya Aborî ya Ewrûpayê  û Îsvîçreyê. Berê mirov ji bo Swêdê dikariya alîkarî werbigirta  ger mirov li kar bigeriya û çûnhatin bikira an jî  mal barkiriya.

Lê belê ji duh pê de imkana wergirtina alikariyê ji bo malkêşan an jî çûnhatina  dikare bistîne, di nav welatên Yekîtiya Ewrûpayê û  welatên di nav Hevkariya Aboriya  Herêma Ewrupayê de ku mirov li wir  kar girtibe.

Qaide hatine guherandin ji bo mirov dixwaze livandin di nav welatên YE de bilind bibe û mirov dixwaze piyesaya karê ji bo karxwazên Ewrupayê jî amade bike dibêje  Anna Schotte amojgara  şebekeya Daireya Karî EURES, ji Daireya Karî li Karlstadê.

- Mirov xwestiye ku li kar bigire , û dibe ku  ev cesareta avêtina gavê geştir bike an yan derveyê herêma çûnûhatinê an jî derveyê herêma nêzik dibe ku biçine welatên din di nav Yekitiya Ewrûpayê û Hevkariya Aboriya Herêma Ewrupayê.

Mercên piştgirî wergirtinê garantî dayîna bêkarên e ku  bi ciddî  li kar digerin.

- Divê mirov  bê kar bibe an jî riska bêkar mabûnê hebe, divê mirov di Daîreya Karî de  wek bêkar qeyd kirî be.  Û divê mirov bide pejirandin ku mirov nikare li herêma xwe an jî nêzikê herêma xwe de kar peyda bike. Herwuha kesên ku hema piştî perwerdehiya xwe kar wergirtibin jî nikarin vê alikariyê bistînin ji bilî çend istîsnayan. Ger ev perwerdehi ji piyasaya karê be an jî perwerdehiya mezinan ya şaredariyê be ango kommunal vuxenutbildning.

Herwuha sînora demê jî heye- wek mînak divê mirov bi  kêmanî 4 hefte di Daireya Karî, Arbetsförmedlingen ya Swêdê de wek bêkar nivîsandî be, ji bo bikarin alîkariyê werbigirin.

Û ji bo alikariya herî bilind ku 20 000 kron e, bikare werbigire divê mirov bêkar be û nîvsal pê kar geriyabe û kontrata kara nû jî divê bi kêmanî 6 meh be dibêje Anna Schotte.

Alîkariya maxîmûm herwuha ji bo hevpeyîvina  karê jî dibore û hemû piştgrîya çûnhatîne û hemû detayên din li ser alîkariyê di malpera Dairê heye. Arbetsförmedlingen.se

Li ser temenan jî sînor hene dibêje Anna Schotte.

-Ji bo barkirina malê, û piştgiriya çûnhatinê werbigirin divê mirov 25 salên xwe tijî kiribe. Lê belê ji bo hevpeyvîna karê, yên 20 salî jî dikarin alîkarî werbigirin.

Anna Schotte ku di Daireya Karî li Karlstadê kar dike, dibêje ku kardêrên Norvêçî dilxweşin bi vê biryarê û dide xuya kirin ku ew ne istisnane ji bo vê. Hêza karî ya swêdî li Yekitiya Ewrupayê jî tê xweş tê dîtin. Û berya ku biryar hat dayîn gelek daxwazî hatine kirin jî. Hinekan xwestin biçine Brîtanyaya mezin, û  hindên din jî ji bo karên havînê li başûrê Ewrûpayê.  Berya hemuyan jî yekî pirsiyara alikariyê ji bo malkêşana Belçîkayê kiribû.

- Lê ez bawer dikim ev ji bo evînê bû lê ev dikare bibe likargerînek ciddî jî. Bêguman!

Dibêje Anna Schotte amojger li Daireya Karî li Karlstadê

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".