1 av 11
wêne: Lefteris Pitarakis/Scanpix.
2 av 11
Mubarek beriva xwe dide. Wêne: Scanpix
3 av 11
wêne: Ben Curtis/Scanpix
4 av 11
wêne: Ben Curtis/Scanpix
5 av 11
wêne: Scanpix
6 av 11
wêne: Ahmed Ali/Scanpix
7 av 11
wêne: Ahmed Ali/Scanpix
8 av 11
wêne: Khalil Hamra/Scanpix
9 av 11
wêne: Khalil Hamra/Scanpix
10 av 11
wêne: Tara Todras-Whitehill/Scanpix.
11 av 11
wêne: Lefteris Pitarakis/Scanpix.

Carl Bildt: Serdema Mubarek gihaye dawîyê

Hosni Mubarek doh bi şev ser televisiyona misrî got ku ew ne binêt e ji nuha ve dest ji serokatîya Misrê berde, lê dibêje ew namzed nabe bo hilbijartinên serokatîyê di payîza vê salê de.

Hukûmeta swêdê berdevkîya bihura desthilatîyê di hilbijartinên demokratîk de dikin.

Dema Mubarek axaftina xwe temam kir, û ji miletê kom bûbûn li navenda Qahîrê re zelal dîyar kir ku ew dixwaze ser xaka Misrê bimire, milet bi yek dengî daxwaza îstîfa kirina wî kirin.

Hukûmeta swêdê berdevkîya bihura desthilatîyê dikin di hilbijartinên demokratîk de û daxwaz nakin, wekî serokê Amerîkayê Obama, ku Mubarek di cî de îstîfa bike, lê wezîrê karûbarê derve Carl Bildt di axaftina xwe ya doh de got ku derdema Mubarek gihaye dawîya xwe:

- Me nuha bingehekî baş heye bo bi rastî Misreke demokratîk, pirhejmarî û stabîl bibînin. Ya giring ew e nuha ku ev dema bihurê bi baştirîn awayî bi rêve here, ya bawerîsaz be hem di hundir û hem jî li derve de.

Piştî axaftina Mubarak ya zindî hate weşandin ser televîziyonê e doh derenegê şevê, kete peywendîyê de bi serokê Amerîkayê re, yê ji wî daxwaz kir ku di cî de dest bi guherîna desthilatîyê bike û ne mîn e ta hilbijartinên serokartîyê di heyva nehan de.

Lê wezîrê karûbarê derve, Carl Bildt ji berê ve bi guhertina desthilatiyê re ye di payîzê de dema hilbijartin li dar dikevin û ew bi kêfxweşî li bersiva Mubarek dinere, herçend Bildt dibîne ku karîbû zûtir bihataya:

- Wî gerek ev bersiva ji zû de da baya, ji ber ji dest pêke ve eşkere bû ku îmkanê vegera wî sînorkirî bû. Bi dawî bûna serdema Mubarek ser wextê mabû. Nuha bi resmî dema pêvejoya guherînê dest pê kirîye bo ya em, ji alîyekî europî ve bi hêvî nin bibe serdema Misreke demokratîk, stabîl û rûniştî û pirhejmarî.

Lê diyar e ev yeka jî dimîne ser awayê organise kirina dema guherînê, gelekî giring e û dimîne ser bingehê şêwireke berfireh ya neteweyî di hundirê Misrê bi xwe de.

Rexne li hukûmeta Swêdê bûnin ji aliyê opozîsiyonêû bi taybetî ji aliyê peyivdarê siyaseta karûbarê derve yê partiya sosîyal demokratan, Urban Ahlin, ji ber bêdengîya hemberî rejîma Misrê.

Lê serokwezîrê swêdê, Fredrik Reinfeldt, di bernameya nûçeyên televiziyona Swêdê, Rapport de doh got ku ne ji karê hukûmeta Swêdê ye daxwaza îstifa kirina Mubarek bike:

- Miletê misrî nin yên, ez bihêvîmim, birîyarê wer bigirin bê kî dê bibe serokê wan. Hilbijartin hatinin plankirin di heyva nehan de, belkî herçend zûtir ba wê baştir ba jî, lê ne emin yên vê yekê bi rê ve dibin.

Em tenê karin piştgîriya Misrê bikin bo veguhastina demokrasiyetê, lê dixwazim jî vê yekê bînim ziman, ku di welatên bêy adetên demokratîk û bi hêvîyên wisa, yên zû bi zû di kevin rewşên nearamî û nakokîyê de, metirsiyek heye ku pêşketinên li dar kevin. Eger wisa bibe dê gelekî ne stabîl û rûniştî be bo taemamê herêmê. Eger em Misrekê hişktir bibînin hember Israîlê û herêmê bi xwe, danberhev bi rewşa ta nuha re.

Hosni Mubarek, 82 sal, di 30 salî de ser hukmê rûniştî ye û ew ta nuha ne bi nête dest ji Misrê berde, herçend milet cadeyên Qahîrayê tijî kirinin û daxwaza îstifa wî dikin.

Beşin ji miletê misrê her kêfxweşin bi nûçeya ku ew êdî naxwaze namzed bibe bo hilbijartinên serokatiyê yê payîzê de, lê beşin din henin bi serokê opozisiyonê ren in, Mohamed El Baradi, yê bawer dike ku besriva Mubarek siyasetek bû bo ku ser hukmê bimîn e û bersiva wî têr nabîn e.

Serê vê sibê milet careke din civîyan li meydana Tahrîr, li navenda Qahîrê, û debabên leşkerî jî li cih peyda dibûn, li gor kanala al-Jazira. Rojnameya Expressen jî dinivîsîn e ku polîsên swêdî hatinin şandin bo Qahîrê, bo ku balîyozxaneya swêdî û karmendên wê li wê derê biparêzin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".