Wêne: Marcus Frånberg

Li ser tawankarên şerê bêtir lêkolîn

Tawankarên şerê li Swêdê
5:53 min

Di dema niha de nêzikê 20 pêşlêkolîn li ser tawanên şerê li welatên din, pêk tê.

Payîza borî de, doz li mêrek vebû ji ber tawanên xwe salên 1990 an ,li  kampa girtîyan li Bosnayê û niha li benda biryara dadgehê ne. 

Hans Melander şefê Komisyona Tawanên Şerê ya Daireya karûbarên Tawanan ya Giştî ye (Rikskriminalens Krigsbrottskommission).

- Bi nêzikê 20 pêşlêkolîn didome di dema niha de.  Welatên ku aktuel in gelek in lê Îrak û Yugosyalvaya kevin bêguman serî dikşînin.

Di berdewamiya pêşlêkolînê de, bêtir kes di dema îro de ji azadiya xwe bêpar mane. Di rewşên din de polistenê xwediyê navekî ye ku li serê xebatên xwe bike.

- Hinek bi tenê navek cem wam heye ku sêrê bixebitin. Edî mirov nizane ka ew kes niha  li Swêdê ne- em vê wasê nizanin.

Di Komisyona Tawanên Şerê (Krigsbrottskommission) îro deh lêkolîner hene ku bi çend dozên cûda de kar dikin.

Doza ku niha pêk tê, ku tê meha adarê de bê dawî anîn, mêrekî 20 sal berê ji ber sucên xwe yê di kampa girtiyan li Bosna yê de tê tawanbar kirin.

Astengî bêtir tawanên kevinde derdikevin lewra peyda kirina delîlan  û şahîdan nehêsan e. Di vê doza hanê de gelek gilîker hene angp ew kesên ku bûne gorî, dibêje Lise Tamm cîgira şefê dozgeriyê ji Dozgeriya Navnetewî li Stockholmê.

- Ew kesên ku girtîyên şerê bûne wek mînak.

Û ew li Swêd dijîn ne wisa?

- Na, ev lêpirsin di hemû cihanê de pêkhatiye. Bêguman divê em hevkarî bikin bi wan welatên ku tawan hatine kirin, divê em biçin wir û guh bidine gotinên gel û serî li wan cihên ku bûyer rûdane bikin. Welatê herê pêşî tu hevkarî pê re bikî ew welat in ku  tawan li wir pêkhatine. Paşîre gilîker  û şahîd dikarin biçine her ciyekî û  hemû welatên muhtemel.

-Lê mirov çawan dikare bikeve şopa wan tawankaran de?

 Hans Melandere dîsa  bersîva me dide.

- Em agahdarî ji cihên cûda ve werdigirin. Ku ez mînakek nîşan bidim ew jî Daireya Koçê / Migrationsverket, çendên din ku car cara li me digerin û li ser sûcdaran wiha agahî didin me.  Û carina ji cihên din jî agahdarî ji gel tên.

Ev dikarin nasên wan bin, cîran an jî hevkarên wan ku ji polisan re gilî dikin?

- Dikare bibe. Me dîtiye ku ne gorî lê mirov û nasên goriyan an jî yên ku bi awayekê nêzikê goriyan in û agahî li ser tawankaran didin polisê.

Lê astengî ji bo lêkolînên sucên bi vê rengê gelek in. Hans Melander yek ji wan dide xuyan.

- Gelek kêm e ku delîlek li ser tawanên wuha kevin peyda bikin.

Ev jî girêdaya ku demek gelek dirêj pê de çûye ku ev bûyer rûda ye.

Astengiyek din jî dema tawanê ye ku girêdaya rewşa welêt e di dema lêkolînê de dibêje cîgira şefê dozgeriyê Lise Tamm.

- Erê,  dema nakokiyek domkirî hebe lêkolîn jî mimkun nabe. Çûyîna vê derê gelek xeter e.  Tu meqamekê hiqûqî tune ku serî lêdin. Gel di firarîyê de ne û tu şahîdek an jî gilîkerek ji bo lêpirsînê nayên peydakirinê an jî gelek bi dijwarî pêk tê  

Û herwuha peyda kirina delîlan jî zehmet dibe?

- Delîl gelek in, ifadeyên bi devkî ne. Lê birînên ser bedena wan jî dikare bibe delîl. Mirov dikare dokumena  hinek tiştan li wir  pêk bîne, ew dem wisa dibe ku ev piştî 10-15 salên din bên nîşan dan.  Belgeyek hiquqî wek mînak an jî fotograf. Cih dikare wek xwe bimîne lê ev tên ruxandin jî. Carina dokumenê cihê hene ku dide nîşan ka berê çawan xûya dikir.

Ew 20 dozên ku niha dom dike li cem Komisyona Tawanên Şerê ya Daireya karûbarên Tawanan ya Giştî,(Rikskriminalens Krigsbrottskommission) dikare wusa bike ku bêtir doz vebin dibêje Lise Tamm.

- Belê, ez wusa bawer dikim. Ev lêkolînên gelek dijwar  û lêkolînên gelek mezin in. Daxwazên delîlan wek ya tawanên din in. Divê em biryara mahkûmiyetê bipên ku em bikarin doz vekin. Û ji bo biryarê jî wek ku herkes dizane divê bê şik bê kirin, lewra daxwaza delîlan giran e.

Dibêje Lise Tam ji Odeya Dozgerî ya Navnetewî li Stockholmê

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".