Gelek swêdî li Misrê henin nuha û hest bi tirsê dikin ji ber rewşa nearam. Wêne:Khalil Hamra/Scanpix/AP Photo.

Swêdîyên li Misrê ketinin tirsê de

Karmendên balyozxaneya swêdî amade nin li balefirgeha Qahîrê bo alîkarîya swêdîyan û miletên din ji skandînavîyayê, yên dixwazin vegirin malên xwe nuha, bi taybetî piştî nearmaîya rewşê û bihevketinên li dar ketin doh navbera xwepêşanderan û alîgirê Mubarek li meydana Tahrir di navenda Qahîrê.

Amerîka dest bi vegerandina karmendên ne zêde pêwîst li cih kirinin bi malbatî kirinin, lê Swêd dest bi karekî wisa nekirîye ta nuha.

Camilla Åkesson Lindblom, ji beşê çapemnîyê yê wezareta karûbarê derve ya Swêdê, dibêje ku wan îro civînek li dar xist û diyare wezareta karûbarê derve stratêjiya xwe neguhertîye:

- Bi zehmet e bo balyozxaneya alîkariya her kesekî bi serê xwe bike, bêguman ew karin peywendiyê bi balyozxaneyê re deynin û ta ji me bê em wan agahdar dikin. Lê hîna jî çend sed turîst manin li Misrê yên tên bawer kirin ku dê bi şirketên mezin yên sefera saên sefera saz dikin, vegerin mal îro û sibê.

Li gor wezareta karûbarê derve dora 1000 swêdî dijîn li Misrê û gelek ji wan hewil didin vegerin malên xwe li Swêdê. Herçend beşin ji wan ne li Qahirê nin û dûrin ji nakokiyan herdîsan jî ketinin tirsê de nuha.

Tên taxmîn kirin ku bêhtirînê swêdîyan îro û sibê dê vegerin malê bi rêya şirketên mezin yên seferê re. Li Balefirgeha Qahîrê karmendên balyozxaneya swêdî amade nin û alîkariyê pêşkêş dikin. yek ji wan Cecilia Sternemo ye:

- Gelek kes telefona min kirinin û dipirsin bê wê çawa bikin. Gelek ji herêmên din siwarê balefiran bûnin ji ber rê hatibûn girtin di navbera bajaran de û ji ber wê jî xwe gihandinin Qahîrê, bo ku ji vê derê derkevin. Çûnûhatina balefiran baştir bûye nuha, ev ya em dibînin îro.

Şîret û amojgarîya Camilla Åkesson Lindblom, ji beşê çapemnîyê yê wezareta karûbarê derve ya Swêdê, bo swêdîyên nuha li Misrê nin û ketinin tirsê de ew e ku bi wezareta karûbarê derve re biaxivin:

- Ew her karin telefona balîyozxaneyê bikin, lê barê wan nuha gelekî giran e, û mirov kare jî telefona wezareta karûbarê derve bi xwe bike. Eger bi roj be karin tefona 08-405 1000 bikin û daxwaza beşê pirsên konsulî bikin û eger piştî saet 16:30 be, mirov kare telefona 08-405 50 05 bike.

Şirketên mezin yên gera saz dikin, Apollo, Ving, Fritidsresor û Solresor hemû gerên xwe bo Misrê radiwestînin di temamê dema zivistanê de. Û nuha jî kar dikin ku hemû rêwîyên xwe ji Misrê vegerînin Swêdê.

Piştî şer û bihevketin navbera xwepêşanderan û alîgirên Mubarek li meydana Tahrirê doh, hejmara kuştiyan eşkere bûye û gihaye pênc kesî û bi sedan mirov birîndar bûnin.

Di civîna zîrweyê ya yekîtiya ewrûpayê de li Bruksel sibê, în, dê serokên welatan ne tenê aborîyê û enerjîyê şîrove bikin, lê şîroveya herî giring dê derbarê Misrê be.

Serokwezîrê Swêdê, Fredrik Reinfeldt, nearam e derbarê pêşketinên li Misrê, lê hîn bêbawer nebûye ji ber bihevketinin bi zor yên doh li Qahîrê li dar ketin.

- Em hest bi nearamî û tirsê dikin, hêvîyên mezin ava dibin bi banga azadî û reformkirinê, lê di heman demê de giring em bînin bîrê ku nabe zorî bên bi kar anîn. Bihêlin milet bi rêya dengdanan ya xwe bêjin û ne bi kuliman û zorîyê.

Herçend tirsa berdewamîya şer û diktatorekî nû hebe her dîsan jî Fredrik Reinfeldt bi hêvîye ku mecal û vekirîbûnek hebe bo demokrasîyê, dewir standina desthilatiyê di hilbijartinên serbest de pêk tê.

- Ez bawer dikin vekirinek heye, imkaneke eger baş bên bikara nîn, yê kare rê ber demokrasîyetê veke. Ez bangkirina bo reformên nû û imkanê hilbijartina birêvebirekî bo xwe, dibînim wekî bangkirina bo demokrasîyetê.

Reinfeldt berdewam dike û dibêje ku yekîtiya ewrûpayê tenê kare terefan bibîn e û bi wan re şîrove bike – nûnerên opozîsiyoneke komkirî. Ya nuha kare bizehmet be di qerebalixa nuha li dar e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".