Wêne: Sebastian Scheiner, AP/Scanpix

Gef û zorî hember peyamnêrên navneteweyî li paytexta Misrê zêde dibe

Nûçegihanê televîzyona Swêdê, Bert Sundström bi giranî birîndar bû piştî hêrîşekê li Qahîrê. Ew doh bi şev li nexweşxaneyekê li Qahîrê hate derman kirin, ji ber derba kêrê di zik û piştê de û hem jî ji ber mejîleqînê. 

Lê bi duristî çi bû dema Bert Sundström kete bin lêdanê de, kes nizan e û ne jî Olov Carlsson, şefê liqê li beşê nûçeyan yê televîsyona Swêdê.

- Haya me ji gelek tiştan heye û me zanîbû herêmeke bitirs e. Me şîrove û plan hebûn bi Bert re bê wê çawa di herêmê de bigeriya. Me kesek xwedan heman xibreta Bert tune ye. Ew li derve bû bo ku raporekê amade bike û em nizanin çi li dar ket. Lê ew li çihekî xirab bû dema ev bi serê wî hat. Bo Ber bi xwe jî bizehmet bû bizan e di rewşa nuha de li Qahîrê.

Olov Carlsson bû ji televîsyona Swêdê.

Rewşa tenduristî ya Bert Sundström gelekî cidî ye, lê stabîl û rûniştîye.

Hem jî rojnamevanê rojnameya Expressen, Urban Hamid, kete rewşeke nearam de dema hêrîşî wî kirin, lê karîbû xwe ji destê wan xilas bike:

- Ez derketibûm bo ku tiştekî bo xwarinê bikirim û dema ez vegeriyam qerabalix bû. Alîgirên Mubarek ketibûn avahîyê de û li rojnamevanên rojavayî digerîyan bi borîyên hesinî û darên di destê wan de.

Piştî vê bûyerê, Urban Hamid hoteleke ewle peyda kir û li wêderê dimîn e.

Gelek bûyerên bişidet di van rojan de hatinin rapor kirin, hem hemberî rojnamevanan û hem jî mirovên di rêxistinên mafên mirovan de kar dikin.

Nils Horner peyamnêrê radiyoya Swêdê ye li Qahîrê:

- Li gor rêxistina komîteya parastina rojnamevanan, dora 100 kesî ketinin bin zorîyê de yan jî hatinin aciz kirin ji alîyê hêza muxaberata de.

Ew hem tên giritin, îfade kirin û dikevin bin zoreke giran de, ev yeka bêguman tirs xistiye dilê gelek rojnamevanan de li vê derê li Qahîrê.

Kanala televîzyona amerîkî ABC, lîsteyek bi navê hemû rojnamevanên ketinin bi êşê de danin hev û hejmara wan gihaye zêdî 50 navî.

Gelek çapemenî û medîyên swêdî ji nuha û pêve dê bi hişiyarî kar bikin li Qahîrê. Rojnamevanên bêhtir naşînin, lê herdem dê di peywendiyê de bin bi peyamnêrên wan yên li cih re.

Derbarê bûyerên bi serê peyamnêrê televîsyona Swêdê, Bert Sundström û hem jî rojnamevanên din jî de hatiye, serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt doh dereng daxuyanîyek da û têde dibêje :

”Hêrîş kirina rojnamevanan bi carekê re nayê qebûl kirin, û rojnamevanên hatinin girtin gerek serbest bên berdan. Ez bi hêvî me ku rewşa tenduristîya rojnamevanê swêdî, Bert Sundström di zûtirîn dem de baştir bibe.”

Di civîna zîrweyê ya yekîtiya ewrûpayê li Brukselê îro, dê birêvebirên hukûmetan zorîya li Misrê mehkûm bikin û merc û şertên berê dubare bikin bo hilbijartinên wekhev û serbest.

Serokên welatan di yekîtiya ewrûpayê de dibêjin zorîya hemberî rojnamevanan li Misrê neqebûlbar e û daxwaza aramîyê ji hemû aliyan dikin, ew soza piştgîrya pêvajoyeke demokratîk dikin bi hilbijartinên wekhev û serbest de.

Yekîtîya ewrûpayê jî soza perexistinên bazirganî yên bêhtir dike di herêmê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".