Wêne: SVT

Bibîranîna Jussi Björling a 100 salî tê lidarxistin

Ew yek ji wan mezintirîn tenor e di hemû cihanê de. Dibe ku mezintirîn tenor jî be. 2 yê meha sibatê 100 sal berê Jussi Björling li bajarek biçûk Borlängeyê li herêma Dalarnayê çavên xwe ji jiyanê re vekir cara yekem. Navê wî ya rastî Johan e. Lê Jussi ku laqabê wî ye,  dapîrka wî ya Finlandî dabû wî.

Babê wî David Björling stranbêjek hezkirî bû, ew kurê xwe Jussi û du birayên xwe, salên 1919-1921 bihevre derketine turneya Amerikaya bakûr bi navê  Björlingkvartetten /çarika Björlingê. Ew turneya serketî û intensîv, li Ewrupayê jî dom kir heta bab nesax ket û jiyana xwe ji dest da  sala 1926 de.

Jussi Björling çû bajarê Skåne yê wek lawikê suxreyan  û li wir rastê stranbêjê operayê Martin Öhman hat û jê re bi dengê xwe ya zelal stra. Bi riya şefê opera ya Stockholmê John Forsell Jussi Björling kete dibistana operayê û akademiya Muzîkali ya Şahî (Kungliga Musikaliska akademin).

Tîrmeha sala 1930 an Jussi cara yekem li dikê ya Operanê li Stockholmê Şanoya Şahiyê ( Kungluga teatern) rawestiya û dengê xwe gihande guhdarên muzîkhez. Mehek paşî dora wî ya hunera wî hatibû destpêka xwe bi rola sereke di Don Juan ê Mozart. Dema kardarîya wî heta sala 1938 an domand bi gelek karên din wek şanogerê  li Ewrupa û Amerikayê.

Bi rolên wek Rodolphe I "Bohème" li Manrico û "Trubaduren" Jussi Björling zûbezû hat nasîn û tenorekî rêzgirtî.

Metropolitana New Yorkê bû dika wî ya sereke heta mirina wî ya zû saal 1960 an. Lê guhdarên swêdî pircaran wî wek şanogerê mêvan li Operaya Stockholmê didîtin.

Dawîya salên 1950 yan de Jussi Björlingbi nexweşiya dilê ket. 9 meha îlonê sala 1960 de li havingeha xwe ya li komgirava Stockholmê  ji kirîza dilê çavên xwe ji bo dawî da hev.

Gelo ew mezintirîn tenor bû bi rastî?

Gelek kes wisa dibêjin lê hinek Caruso dikin asta yekem de, lê dibe kû oprehezên Italî navekê din bikin ya asta yekem.

Herçibe gelek kes ji dengê Jussi hestewar dibin. Ji bo swêdiyan şirovekirina wî ”Till havs" och Adams "O, helga natt"   gelek caran di bernameyên radyoyê de hatiye daxwaz kirin, û herwuha paradolên di dikên operayê de operayên wek Regelotto, Turandot, Tosca, Bohème, Aida û Faust.

Bibîranîna 100 salî ya rojbûna tenorê mezin di bernameyên radyo ya

Swêdî P2 hemû hefte tê tê weşandin.

Sibe roja şemî 5 meha sibatê pîrozkirin li cem peykera Jussi li meydana Jakobê ba avahiya Operayê dê bê lidarxistin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".