Wêne: Sveriges Television.

Peyamnêrê derveyê welat yê televîsyona Swêdê, Bert Sundström hîna di nexweşxaneyê de ye

Peyamnêrê derveyê welat yê televîsyona Swêdê, Bert Sundström tên derman kirin li nexweşxaneyekê li Qahîrê ji ber birînên pişikê û serî. Li gor doktoran, dê rewşa tenduristî ya Bert Sundström baştir bibe di demke nêzîk de.

Roja yekşemê yekem car bû wî bi xwe behsa bûyera bi serê wî de hat kir, demê hêrîşî wî kirin li Qahîrê û bi giranî birîndar bû.

Wî ji karmendên televîsyona Swêdê re got ku ew bi serê xwe ji hotêlê derket derve bo ku bizan e rewş çawa ye berîya rapora wxe bi rêya telefonê bide. Nêzîkî herêma hotêlê komek mêr li dor wî civîyan û dema wî hewildana bazdanê kir, ji ber mêrên li dor wî civîyabûn tehdîdkar bûn, li wî xistin û bi giranî wî birîndar kirin.

Piştî lêdanê nema tiştek tê bîra Bert Sundsröm, ev li gor Olov Carlsson, şefê liqê li beşê nûçeyên televîsyona Swêdê.

Bert Sundström ji şefa beşê derveyê welat, Ingrid Thörnqvist re gotibû roja yekşemê ku ew ji dil kêfxweş e ku hîna dijî.

Dema rewşa tenduristîya Bert Sundström baştir bibe dê di cî de bi balefirê bên şandin bo Swêdê û malê, tên bawer kirin ku dê di balefireke acil de bên şandin, li gor agahdariyên televîsyona Swêdê.

Li gor nexweşxaneya li wê tên derman kirin dê rewşa wî baştir bibe û vegere wekî berê.

Û eger em li rewşa Misrê binerin nuha, xwepêşandan her berdewamin li meydana al-Tahrir. Bi taybetî çalakvanên demokrasîyê bi armancin ku kampanya xwe berfireh bikin bo ku Hosni Mubarek mecbûr bikin ser hukmê dakeve.

Gelek dudilin ji alîyê şîroveyên li darin bi hukûmetê re, lê dîyare opozîsyon ta nuha birêvebirekî hêja peyda nekirin û bêbaweriyeke kûr heye navbera herdû alîyan de.

- Em nikarin bi rêjîmeke ne qanûnî re têkevin şîroveyan de. Rêjîmek ji diz û mirovkujan pêk hatiye. Hiba yek ji dehhezaran e yên li meydana al-Tahrir li Qahîrê manin û acizî û nerazîbûna xwe hemberê rejîmê dîyar dike.

Rewş ne rûniştî û stabîl e li Qahîrê û gelek ji milet bêbawerin ji aliyê hêza leşkerî ve ya li dor meydanê belav bûnin.

- Naveen çalakvaneke din e li meydana al-Tahrir û ew dibêje ku ji meydanê naçe ta Mubarek ji ser hukmê danekeve. Her ew jî wekî gelekê din bawer nake ku rejîm bi nêteke safî şîroveyê bi rêve dibe.

Piştgirîya miletê misrî li meydana al-Tahrir bi xwepêşandanên mezin li gelek deverên cîhanê pêk hatin.

Li Indonêsya ye, welatê xwedan mezintirîn hejmara musilmanan di temamê cîhanê de, bi hezaran xwendevan derketin li ser cadeyên baytextê, Jakarta yê bo piştgirîya xwe bo miletê Misrê diyar bikin.

Herweha li meydana Sergel li navenda Stockholmê de nêzîka 400 kesên li dij rejîma Misrê kombûbûn roja şemîyê.

Yek ji kesên li Sergelstorgê axivîn, Khaled Samak bû, yê bi eslê xwe ji Misrê ye:

- Birayên me hatinin zindan kirin, êşkence kirin û wenda bûnin. Nuha bûye dem ku em jî xwedan pêşerojekê bin. Pêşeroj çiye bo me? bi birêvebirya Mubarek re em her bi paş û paş ve diçin.

Bi alîkariya welatên rojavayî dê rewşa me bi gelekî baştir bibe.

Khaled Samak dibêje giring e em piştgîriya ciwanên misrî bikin yên bi vê serîhildanê rabûnini. Xwepêşandana li navenda Stockholmê rexne dikin ser siyasetmedarên swêdî yên kêm rexne û kar danînin ser protestokirina rejîma Mubarek.

Christian Tengblad yek ji xwepêşanderên rexnedarê siyasetmedarê swêdî û rojavayî ye:

- Hukûmetên welatên rojavayî herdem piştgîriya dîkatorîyê kirinin, ji ber vê jî gerek kesên li welatên din dijîn xwedan berpirsyariyê bin û piştgîriya demokrsiyetê bikin, ji ber hukûmetên me bi xwe ev yeka nekirinin.

Christian Tengblad, yek ji xwepêşanderên amade bû li Sergelstorg li navenda Stockholmê roja şemîyê bo piştgîriya demokrasiyetê û miletê misrî li meydana al-Tahrir li Qahîrê.

Ta nuha tên texmîn kirin ku 300 kes hatinin kuştin di bûyerên van du heftyan de li Misrê û hîna jî meydana al-Tahrir vala nebûye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".