Servîsa alikariya şaredariyê

Qeziyên ji servîsê ji otobusan bêtir e

Qeziyên ji färdtänstê, servisa alikariye  şaredariya ya kêmendaman û kalûpîran tên, ji yên otobûsên normal digerin 10 car bêtir e. Hesaba ku li zaningeha Lundê hatiye amade kirin diyar dike ku mesrefa vê yekê digihije çarikek ji milyarek e li hemû welat.

 Dema ew kesên berî de dikariyan bilivin û piştî qeziyan nikarin karûbarên rojana pêk bînin, ji şaredariyê re bêtir dibe mesref.

Hersal navbera 300 û 500 kes ji servîsê birîndar dibin û ji nîvî bêtir qezî dema rawestandina otomobilên wan de  tê.

Gelek caran pelçiqandinên sivik û ketinan ve pêk tê ku ji wan kesên gorî re dikare gelek giran bibe li gor Anders Wretstrand  ku lêkolînerê trafîkê û her wuha li zaningeha Lundê jî  mamusteyê bilind e.

-         Ji ber ku ev mirovên nazik in, an jî pêdiviya wan bikaranîna hêza lawaz ya bedena xwe be, ango yek dest an jî lingek û ew biçik jî biçe, bi qeziyek  dikare rewşa wan bi alayek gelek ciddî biguhere.

Dibêje Anders Wretsrand lêkolîner ji Zaningeha Lundê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".