Wêne: Matt Dunham/Scanpix.

Sîstêma dadperwerîya swêdî di dabeşa avakarê Wikileaksê de tên şîrove kirin

Di halê hazir de gotûbêj li Londonê li darin derbarê imkanê teslîm kirina avakarê Wikileaksê, Julian Assange ji Brîtanyayê bo Swêdê, ji ber gumanên tecawiz û destdirêjîya cinsî di heyva heştan de sala par li Swêdê.

Prêzerê Assange dibêje ku xetereke mezin hebû ku Swêd wî şandibana Amerîkayê ya wê cezeya mirinê dabane wî ji ber keşifkirina nehênîyên diblomasî yên amerîkî.

Said Mahmoudi, profesor di warê edaleta navneteweyî de li zanîngeha Stockholmê dibêje ev stratêjiyeke bizanîn e ji alîyê parêzerê Julian Assange ve:

- Ya parêzerê Assange dibêje bi armanca propagandayê ye û hem jî bêguman bo alîkarîya wî ye. Armanca propagandayê bo wê ye ku dîtineke giştî hember Swêdê ava bike û ji binî de delîl û argumentên hukûmeta swêdî pêşkêş kirin bo ku Assange vegerînin bo Swêdê, xirab bike.

Li ser netê û di çapenebîyên navneteweyî de gelek şîroveyên gerim derbarê sîstema dadperwerîya swêdî nuha li darin. Wekî nimûne ser wê hatîye gotin ku ji alîyê sîyasî ve tên birêve birin û di destên femênîstan û CIA de ye. Sîstêma dadperwerîya swêdî tên tarîf kirin wekî sîstemeke bertîlxwar ya ne ewle.

Lê ev wêne û tarîfkirina tarîk derbarê sîstema dadperwerîya swêdî tên parastin ji aliyê sekretera giştî ya yekîtiya parêzaran ve, Anne Ramberg:

- Me li Swêdê sîstemeke adaletê ya baş û pêşketî heye. Em di welatekî demokratîk yê adil de dijîn, herçend welatên bi vî awayî jî karin xwedan kêmbûnan bin. Herdem tiştin peyda dibin yên karin baştir bibin. Lê bi awayekî giştî sîstema me ya dadperwerîyê gelekî baş e.

Gelek kesên bi navûdengyeke navneteweyî axivînin û Assange diparêzin, wekî filîmçêkerê amerîkî Michael Moore û rojnamevanê australî John Pilger, li gor wî sîstema dadperweryê di destê hêzên sîyasî de nin. Dengin henin jî dibêjin ku Swêd bo berjewendiyên Amerîkayê kar dikin.

Assange bi xwe, parêzerê wî û gelek kesên din yên teslîm kirina Assange bo Swêdê şîrove dikin, dibêjin ku rîskeke mezin e eger ji Swêdê bên şandin bo Amerîkayê.

Lê derbarê vê yekê û ji ber gelek hoyan, Said Mahmoudi dibêje ku hizra wan gelekî dûr çûye. Yek ji hoyan ew e ku piştgîrî ji vê yekê re tune ye di qanûna amerîkî de:  

- Ji ber ya wî kirîye ne tewaneke li Amerîkayê, li gor qanûnên nuha tên bi kar anîn. Wî ew agahdarîyên ji destê kesekî din gihanin destê wî çap kirîye. Eger derbarê suckirinekê be ji alîyê belav kirin nehênîyên hukûmetî, wê demê ew kesê ev nehênî di destê wî de bûn yê gumana tawanê ji wî tên kirin û ne yê ev agahdarî çap kirinin. Çap kirin bi xwe beşek e ji mafê derbirîna bîrûbaweriyan.

Astengî bi xwe di wê de ye ku sîstema dadperwerîya amerîkî nikare bingehekî peyda bike bo daxwaza teslîm kirina wî bo Amerîkayê. Lê em bêjin eger ew her dîsan jî biserketin di vê yekê de, wê demê pirs ew e ka Swêd dê wî teslïmî wan bike yan na û ev yeka pêvajoyeka gelekî dirêj e û ne sedî sed e ku di dawîyê de bigihêje biriyar teslîmkirinê.

Sebebê rexneyên ser sîstema dadperwerîya swêdî ji wê te bê tevgera dozger Marianne Ny çawa bû dema şika tawanê ji Julian Assange hate kirin. Wê demê çend şaşî li dar ketin, Said Mahmoudi careke din:

- Dozger birîyar da ji ber bingehên tawan barkirinên tecawiz kirinê û Assange tewanbar kir, û piştî du rojan birîyara xwe guhert û dît ku delîlên hemberî wî ne têr bûn.

Piştî 24 saetên din dîsan dîtina xwe guhert û got ku delîl kafî bûn û Assange bike cara duem tawanbar bui. Îca hemû bûyerên derbarê vê dabeşa qanûnî li Swêdê bûn bingehên gunehbarkirinên îro em dibihîzin ser kêmasîyên sîstema dadperwerîya swêdî ji aliyê parêzerîyê ve.   

Said Mahmoudi bi carekê re bawer nake ku Assange tucarî cezeya mirinê li Amerîkayê werbigire.

- Eger em bêjin ew belkî cezeya mirinê werbigire li Amerîkayê, ji alîyê qanûna swêdî ve bi carekê re ne mumkin e. Hukûmeta Swêdê tucarî kesekî venagerîn ewelatekî ew kesa têde dikeve metirsiya mirinê de.

Derbarê pirs eger dê Brîtanîyayê dê wî nuha teslîmî Swêdê bike yan na, sekretera giştî ya yekîtiya parêzaran , Anne Ramberg dibêje ku tu rêyên din tune nin:    

- Teslîm kirina wî bo Swêdê eşkere û zelal e ji ber emirnameya girtina wî vê yekê dibêje. Piştre divê dozger, piştî ku li wî guhdarî kir, birîyarê werbigire bê têr dike bo tawanbarkirina wî yan na.

Anne Ramberg bawer dike ku parêzer dê mercên xurt deyine ser karê dozger, ji ber dozger Marianne Ny sedema vê tevlîheviyê bû. Giringe nuha dozger bi awayekî objektîv û bêalî li Julian Assange guhdarî bike.

Serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt axivî derbarê rexneyên hatinin kirin li lênerîna swêdî di pêvajoya hiqûqî ya hemberî Julian Assange de. Û wisa dibêje di hevpeyvînekê de bi beşê nûçeyên radiyoya Swêdê re:

- Xembar e. Me sîstemeke dadperwerî ya serbixwe heye ya di vê rewşê de hem jî kete tevgerê de ji alîyê qanûndanîna swêdî jî. Tawanbarîyeke giştî hatiye pê rêbûn ji alîyê Assange ve ji ber gunehbarkirina tecawziya cinsî. Ez mixabin dibînim ku mafê jinan û hêjayîya wan di pirsên bi vî awayî de ne xwedan qîmetin.

Me li Swêdê sîstemeke adelatê ya serbixwe û ne di bin hêzên sîyasî de heye.

Fredrik Reinfeldt, argument û delîlên parêzerê Assange yên hemberî sîstema dadperwerîya swêdî, wekî beşekî ji karê parastina miwkîlê wî dibîn e û dibêje ku herkesê li Swêdê dijî dizane ku gunehbarkirinên wan ne li gor rastîyê nin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".