Wêne: Jan Mårdberg/Sveriges Radio

Kampên penaberan yên biçûk tên daxistin

Daîreya Koçê, Migrationsverket  dixwaze kampên penaberan yên biçûk daxîne û di şûna wan de Daire dixwaze ji bo bêtir daxwaziyan avahiyên mezintir ava bike. Li Vilhelminaya  Lapplandê bi 3000 runiştevanên xwe ve xwediyê biçûktirîn kampa xwe ye. Nêzikê 300 penaxwaz li wir dimînin û  xweş bi rêve diçe li gor gelek kesan.  

Dilê gelek penaxwaz, rûniştevan û siyasetmedaran ji vê biryarê teng e.

Daireya Koçê avahiyên mezintir  dixwaze ku bikare pêşwaziya 750 û 900 penaberan li yek ciyê bike. Erika Lundström  şefê yekîneya li herêma Västtersbottenê dibêje, dê erzantir bibe ku kampê ji Vilhelminay barbikin bibin  bo Skelefteåyê.

- Ez di vê zanînê de me di derbare standard û nêzikiya hewîrînê li Vilhelminayê . Lê  ew  bingehîya  berpirpirsiyariya çalakiyê û  ew çarçoveya butçeyê ku di destê me de heye, motivekirin dijware  di dewsa yeka mezin ava bikin,   du ofisên biçûk xwedî bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".