Wêne SR: Bert Sundström

Rewşa B. Sundström çêtir e

Rojnamevanê Televizyona Swedê Bert Sundström ku roja pênçşemê di tevihevîyên Misirê de bi giranî hatibû birîndar kirin, niha bixwe radigihîne ku rewşa wî baş . Duh hevkarên wî bi Bert Sundströmre axivîn ku hê jî li nexweşxaneyeke li Qahireyê.

 -Yê herî giring ew e ku ez dijîm. Ez bi awayek gelek tund hatim lêxistin û kêrkirin,  ku şansê min nebûya ezê bimirama. Hestên giring ew e ku ez bi dilxweşim ku dijîm.

Ji pirsa gelo kê êrişê te kir?

- Grubek bû ku hate ser min de. An kesek an du kes destpêkirin paşîre zêde bûn. Paşîre grubek ez teslîmê nexweşxaneya leşkeriyê kirime.

Kengê rewşa wî çêtir be, dê Bert Sundström bi balafirê bifirînin malê li Swêdê.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".