wêne: Henrik Montgomery/Scanpix

Bagerê 35 000 malan tarî kir

Duh bagarekê li başûrê Swêdê geriya û elektrîka herêmê qut kir. Nêzike 35 000 mal bê elektrîk man. Ya hêri xirab li hate serê Skåneyê. Darek kete ser rê û xetên elektirîkê. Ev bagera han hema hema hingê bagera bi navê Gudrun bihêz e.

Herwuha trafika trênê jî rawestiya, bi taybet li Hallandê, Trafika ser pira mezin di navbera Swêd û Danmarkê jî hate rawestandin, lê vê sibe pir vebû disa kete xebatê.

Di hinek herêman de bager hingê bagera 6 sal berê, Gudrun  bihêz bû, lê bandora wê vê carê ew çend zerar neda.

Li gor  SMHI (Sveriges meteorologiska och hydrologiska institut) Enstituya Meteoroloji û Hidrolojiya Swêd, ba hemû roja seşemê li herêmê dê bigere.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".