Wêne: David Westh/Sveriges Radio

Demokratên Swêdê yek bi yek ji dara xwe diweşin

Hefteya borî siyasetmedarê şaredarî Leif Vogel ji partiya Demokratên Swêdê, Sveriges Demokraterna, ji partiya xwe hate avêtin, ji ber ku wî mailên ( nameyên elektronîk) şandibû.A niha  jî nivîsarekê  nijadperestî bal dikşîne ya Thomas Karlsen ku di meclisa şaredariyê de endam e û serokê gruba Demokratên Swêdê ye li Trolhättanê.

Di nivîsa xwe de Thomas Karlssen ji roman re dibêje ku ” ew weklehiya kulîyan e ku hemû li  Ewrûpayê da ye”

Thomas Karlsen li ser vê  nivîsare şirove dike vê peyvê ji malpera ”Politiskt inkorrekt” de sitandiye. Herwuha ew dibêje ku ew grubên gelêrî sucdar nabîne lê belê hinek kes hene ku nebaşî dikin û ev dserkesên din jî dibe mal ku dixwazin bikevine nav civakê.

Thomas Karlsen herwuha berê jî nivîsekê şandibo blogê û li wir goribû ku hinek ji biyaniyan xwediyê genek bihirs in ango agrresiv

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".