Wêne: Linnéa Ericsson SR Gävleborg

Di kilînîkên zayînê de hevsengî nîne

Lênêrîna azad wisa kiriye ku hinek klinikên zarokanînê tijî dibin lê di  hinek  klînîkan de jî cihên vala dimîne. Lewra siyasetmedar pêşnîyaz dikin ku hilbijartina dêûbaban ya klînîkan bê sînor kirin.

Piştî ku dêûbaban imkana hilbijartina azad wergirtine sala 2009 an de, hinek kilînîk wisa populer bûne ku êdî cih têde nemaye û hinek klinîkên din jî vala dimînin. Lê herkes nikare heman kilînikê hilbijêre li gor Flippa Reinfeldt ji Moderatan di Dagens Nyheterê de.

Ev pêşnîyaza nû tê wateya ku dêûbab mecborîn klînikek di dema ducanîyê de hilbijêrin û herwuha hejmara zayînan serê hefteyan jî dê bê sînor kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".