Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Hejmara zarok û gencên bi Bris re dikevin têkilîyê de bo wergirtina alîkarîyê rekor şikandin

Hat weşandin onsdag 9 februari 2011 kl 13.45
Hejmara zarok û gencên bi Bris re dikevin têkilîyê de bo wergirtina alîkarîyê rekor şikandin. Wêne: Claudio Bresciani/Scanpix

Telefona nobedariyê ya rêxistina mafê zarokan di civatê de, Bris, her lê diket sala par. Göran Hernesk, sekreterê giştî yê Bris, dibêje ji ber dexta zêde, ew nuha bi pêwîstiya finanse kirina hukûmetê nin bo vekirina xeteke telefonê ya 24 saetî.

- Daxwaza me ew e ku xeta telefona me bi şev û rojê vekirî be û bo ev yeka pêk bê fînanse kirineke dewletî pêwîste. Ya em dizanin ku wezîra zarokan, Maria Larsson, hizra peyda kirina fînanse kirinê dike bo xeteke herdem vekirîbe bo zarokan.

Neteweyên yekgirtî rexne li me kiriye ji ber tune bûna xeteke telefona ya herdem vekirî bo zarokan li Swêdê. Me xibret û imkan henin lê ne derametên aborî.

Li gor rapora Bris bo 2010, nêzîka 115 000 zarok ketin peywendîyê de bi rêxistina Bris re, bi rêya telefon, nameyên elektronî ( email ), şat
û foruma malpera Bris bi xwe. Di sala 2009 de hejmara fersendên peywendîyê 110 000 bûn.

Rêxistina mafê zarokan di civakê de, Bris, dibe 40 sal di vê salê de. Bris rêxistineke îdêel e ne girêdayî partîyên sîyasî û ne jî olên cuda ye û piştgîrî û alîkarîya zarok û ciwanên dikevin tengasîyê de dikin. Rêxistina Bris pireke navbera zarok, mezinan û civakê de ye.

Rêxistina mafê zarokan di civakê de, Bris ji alîyê rojnamevan Berit Hedeby û nivîskar Gunnel Linde beriya 40 salî hate ava kirin. Koka çalakî û kar li Bris, telefona nobedarîyê ye ya 1980 de dest pê kir û taybetî bo wê ye ku zarokên di tengasîyê de telefon bikin û derd yan pirsên xwe bêjin.

Bêhtirînê caran zarok dikevin têvilîyê de bi Bris re ji ber astengîyên di dibistanê, bi hevalan re, ji ber tirs û nearamîyê , nakokî û şerên malbatî û muameleta kêmkirin û aciz kirinê.

Göran Hernesk, sekreterê giştî yê Bris dibêje ku îro bi awyekî cuda bizehmetir e bo zarokan danberhev bi beriya 40 salî re. Peydabûna mezinan di rojana zarokan de gelekî kêm e:

- Zarok bêhtir û bêhtir hest bi tenêtîyê dikin, dema me zêde tune ye bo wan. Dema zarok dikevin têkiliyê de bi me re û behsa astengîyên xwe dikin, ku rewş li dibistanê ne baş be yan di tengasiyekê de bin. Em ji wan dipirsin eger kesek li dor wan heye karin bi wê/wî re bi axivin? Ew dibêjin em naxwazin dêûbavê xwe têxin stresê de û ew nearam dibin. Li dibistanê jî, mamoste her dibêjin bêhna fireh bike dê derbas bibe.

Beşê nuha berfirehtir bûye, astengiyên bi peywendîyên daîreyên resmî re ye. Bi nêzîka 25 %  bêhtir zarok telefonkirin derbarê pirsên girêdayê daîreyên resmî sala par danberhev bi sala berya wê re.

Gelek zarok hest bi hêvî şikestin û bêdesthilatîyê dikin ji aliyê muamela daîreyên resmî ve, wekî nimûne socialtjänsten, xizmeta karê civakî û hem jî psîkiatrîya zarok û ciwanan.

Bi pîrozkirina 40 salîya Bris re, rêxistin çend merc û şertan datîne bo pêşerojê. Di nav wan de ku peymana zarokan bi qanûna swêdî re bên girêdan bo ku başîya zarokan li pêş be di hemû biriyarên tên wergirtin derbarê wan û hem jî ku axaftina zarokan xwedan hêjayîyeke bêhtir be di sîstema dadperwerîyê de.

Göran Harnesk dibêje ku Swêd xwedan qanûnên gelekî başe îro, lê dixwaze têde mecalê zarokan bêhtir bike:

- Tawanên zarok dibin qurbanê wê bêhtirê caran di cihên şexsî de dibin gelek kes li wê derê nebin, ji ber wê jî ji wan re bi zehmet e ku wekî mezinekî behsa bûyerê bike.   

Her ji ber sedama ku zarok hest bi astengîya dikin dema peywendîyê bi daîreyên resmî re datînin, rêxistina mafê zarokan di civakê de, Bris, nuha dixwaz e navendeke aramîya zarokan - navendeke neteweyî bo zanîyarî û lêkolînê saz bike ya dê alîkarîya pêşkêş bike bo daîreyên li lêdana zarokan û destdirêjiya cinsî dinerin. Ev navend dê taybetî hebe bo wan yên di karê xwe yê rojane de dikevin têkilîyê bi zarokan re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".