Rexneyên li ser pirsa J. Assange dom dikin

Dozgerê kevin Sven Erik Alhem dê bûya xilasbûna avakerê Wikileaksê Julian Assange  di danûstandina teslîmkirinê de ku roja dûşemê li Londonê destpêkiribû. Lê di şûna wî de, wî  da xuyan ku qanûn aliyê Marienne Ny  ye.

Lê Alhem herwuha beşek rexneya parastinê jî li dij sîstema dadmendiyê par dike. Ew bi taybet  dîyar dike ku dozger di karê xwe de gelek hêdî tev geriyan e û ger ew berpirsiyara vê dozê bûya, wî dê tucarê nehişta ku Assange ji Swêdê derketiya.

- Ku mesele li ser lêpirsina bi wî kesê gumandar ji bo tawanek, tawanek ciddî wek destdirêjî, li gor min gelek giring e li gor nêrina  Peymana Ewrupayê (Europakonventionens) ku ew gumandar di zûtirin demê de  imkana şirovekirinê werbigire û li ser pêvajoya bûyerê de versîyona xwe bi detay bi me re par bike.

-Berya hertiştê dê min wusa bikira ku Assange yekser bihata girtin, piştî ku min biryar da, ku gumana tawanek wisa ciddî heye dibêje Sven Erik Alhem.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".