Wêne: Bertil Ericson/Scanpix.

Peyman nebû egera çavderiyê li ser FRA yê

Peymana vekirîbûn û çavdêriyê,  nebuye sedem ku kesekî were û çavdêriya Dezgeha Radyoya Parastinê / FRA (Försvarets Radioanstalt) bike ka maila wan û telefona wan  di nav sînora  Swêdêde  tên kontrol kirin yan na, li gor Komiteya raçav kirina sîgnalan Signalspaningskommittén.

Lê tevî vê nirxandina komitê, ku ji aliyê hikumetê ve hate tayîn kirin ku dê li ser FRAyê/ Dezgeha Radyoya Parastinê çavdêrî bike ji perspektiva parastina entegriteyê ku  Dezgeh xwediye sewiyeya daxwaziyeke bilind e ji bo ”tedbîrên parastina entegriteyê”

Li gor raporê ku roja sêşemê dane Sten Tolgfors Wezîrê Parastinê, Dezgeh ji binî de  karkiriye ku riskên bêdestûr ketinê kêm bikin, lê bêtir tedbîr divê ji bo trafikek ne kontrolkirî yê navxweyî rawestînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".