Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Dermanxane zêde bûne lê buhayê dermanan wek hev e

Wêne: Scanpix

Saleke piştî reforma piyasaya dermanxanê, li Swêdê  200 dermanxane bêtir vebûne û herwuha 9 zincîre dermanxane jî.  Yek ji armanca reformê ew bû ku berdestbûna dermanxaneyan bêtir bike. Yek jî buhayê dermanên bê reçete jî kêmtir bike, lê heta niha jî ferqiyek mezin di nav buhayan de naxuyê li gor lekolîneke ku rojnameya Swêdî Göteborg Posten pêk aniye. 

Gelek ji zincîredermanxaneyên xwediyê heman buhayê ne wek mînak dermanên serêşê û dilopên kepûyê. Ev yek herrwuha  di rapora Daireya analîza mezinbûnê / Tillväxtanalysê ve jî tê peyîtandin.

Jan Bertoft ku sekreterê giştî ya rêxistina serfkarên Swêdê / Organisation Sveriges  Konsumenter, bi vê encamê nerazî ye.

- Bê guman na. Ev yek ji9 wan efektan bû ku dê ji bo serfkaran bûya. Dê berdestbûn bilindtir bûya. Ev jî mercek me bû me xwestibû. Heta niha di bajaran de dermanxane zêde bûne, lê heta di buhayê wan de nayê ferq kirin. Herwuha mirov dikare ji xwe bipirse ka pêşkêşî jî bi giranî  kêm bûye an na.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".