Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Wêne: Leif R Jansson/Scanpix

SAS bi milyaran zîyan kiriye lê bi hêvî ye

Şirketa balafirên Skandinavyayê  SAS rapora xwe ya zîyana xwe ya sala 2010 bi nîv milyar kronan, da eşkere kirin, lê dîsa jî çêtirbûneke heye li hember sala 2009 an.

Analiskeran hesaba 174 milyar kronan ji bo sêmehika dawî  kiribûn lê temama ziyanê tenê 3. 1 milyar e li gor buroya nûçeyan Reutersê. Şirketa balafirê hesab dike ku îsal dê hê kara wan hê çêtir bibe.

Herwuha şirketa Birîtî Boultbee  jî ku xwediyê gelek galeriyan e li Stockholmê zîyanek ji bo galeriyek xwe li Västermalmê  bi 349 milyar kronan da xuya kirin. Û bazirgan xwe amadeya krîzek din dikin. Ev şirket herwuha ji bo sextekariyên aborî jî hatine gilî kirin. Serê şirketê sala 2009 an jî ketibû belayê û ew dem jî kêmasiya kapitala xwe bi 170 milyonan ve dabûne eşkere kirin. Li gor qaideyan divê şîrket sermaya xwe ya kapital heta meha tîrmehê sererast bike  ku şirket neyê hilweşandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".