Wêne: Johan-Mathias Sommarström.

Swêd piştgiriya tevgera çapemeniyên civakî dike

Swêd dixwaze piştgiriya xwe ya çapemeniyên civakî  bike. Herwuha piştgiriya teknîkê jî dê bike dijê hikumetên ku internetê asê dikin. Wezira Alikariyê Gunilla Carlsson bawer dike ku ew awayek effektiv e ku piştgiriya tevgerên demokratîk bikin di welatên diktaturî de.

Gunilla Carlsson  ji bûyerên Misirê û Tunisê bandor girtiye ku li wan welatan çapemeniyên civakî  rolek gelek mezin leyistiye ji bo rêvebirina xwenîşandanan.

Herwuha li gor textv ya Televizyona Swêdê, Suriye  asêkirina internetê hinek siviktir dike. Suriyeyî piştî sala 2007 an cara yekem e ku dikarin li Facebook û Youtubê binêrin. Lê belê hinek malperên navnetewî û erebî hê jî asêkirîne.

Piştî banga ” Roja Xezebê” ku ji Tunisê û Misirê mînak werfirtibûn, 12.000 kes ew pejirandibûn lê belê xwenîşandan qet pêk nehat.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".