Wêne: Janerik Henriksson/Scanpix

Bîyanî xwe ewle nabînin

Swêdî xwe ji berê ewlehîtir hest dikin, lê  ev hest  ne ji bo herkesê ye   . Bîyanî grubek in ku bêtirin dibin goriyên tawanan û lewra jî xwe di newelehiyê de dibîne. Ev yek li gor lêkolîna Konseya Pêşî li Tawangirtinê ye ( Brottsförebyggande rådet).                    

Nêzikê 15% sed şêniyê xwe bi giştî neewle dibîne dema ew di derengiya şevê de li derveyê mala xwe ne. Ev hejmar ji ya sala 2005an  6%bilindtir e. Ji 24%  di nava biyaniyan de xwe ewle nabînin.

Gelek kes dibin goriyên tawanan lê belê hejmara kesên ku ji derveyê welêt bûne bêtir e.

Lêkolîn li ser 14 000 kesan pêk hatiye û lêkolîn diyar dike ku baweriya mirov ji berê bêtir bi sîstema dadmendiyê tê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".