Merivên her du mêrên guman ji wan kirî li derveyê joreyek ewleyî li dadgeha destpêkî ya Göteborg. Wêne:Jan Andersson / Sveriges Radio.

Mêrên bi gumana tawana terorê hatibûn girtin tên berdan ta biryara dadgehê werbirgirin

Doh derengê piştî nîvroj dadgeha îstînafî li Göteborg agahdarî da ku ew her dû mêrên hatibûn girtin bi gumana tevlîbûn û hevkarîbûna tawanên terorê dê serbest bên berdan ta biryara dadgehê eşkere bibe.

Gumana hevkarîbûn yan şwêrîyê di girêdanên qanûnî de û herweha di vê rewşê bi xwe de, tê bi wateya ku ew kesa bi şêwirya kesekî din re birîyara pêk anîna tawanakê bikin, ew bi xwe yan jî wezîfeya pêk anîna tawanê bidin kesekî din.

Beriya nuha û di roja mehkemeyê ya herî dawî de yê dozger daxwaz kir ku ev her dû mêr bên hukim kirin ta çar sal di zinadnê de, wekî heman cezeya dadgeha destpêkî da wan.

Meriv û dostên mêrê 23 û yê 26 salî ji kêfa de bang kirin di cihên guhdaran de dema peyvdarê huqûqî yê dadgeha îstînafê, Göran Dahlgren ji wan re ronî kir ku ew dê serbest bên berdan ta biryara dadgehê bê piştî sê hefteyan.

Ev her du mêr zindan kirî bûn di heşt mehan de û nuha tên berdan. Thomas Olsson, parêzerê mêrê 26 salî ye, û ew dibêje heşt meh demeke dirêj e:

- Em îro bi bersiveke geşbîn kêfxweş dibin, dema em biryara dadgeha îstînafê dibînin em dê lê hûr binerin û bibînin bê ka çi bûye. Eger kesek hêjayî suçdarîyê û rexne lêkirinê be. Heşt meh demeke dirêj e û bi zehemte yek zindan kirîbû di demke wilo dirêj de. Ji ber wê jî em îro kêfxweşin ku ew serbest hatiye.

Parêzerê mêrê 26 salî , Thomas Olsson berdewam dike û dibêje ku ev birîyar gelekî giringe bo gelek somaliyên xwe wekî tawanbar dibînin di çavên daîreyên resmî de:

- Ez bawer dikim ev yeka gelekî giring e, hem bo meriv û malbatên her dû mêran û hem jî bo miletê somalî yên li Swêdê dijîn îro. Bo wan ev yeka dibe wekî safîbûnekê, bi taybetî eger em hizra wan bikin yên xwe tawanbar dibînin di çavên daîreyan de, ew xwe herdem binçav de dibînin û tên tawanbar kirin bi girêdanên terorê ve. Û derbarê wateya vê biryarê di pêştir de bo rewşa her dû mêrên 23 û 26 salî, parêzer Thomas Olsson naxwaz e nuha tiştekî bêje:

- Em dê bibînin. Divê em biryara dadgehê baş bixwînin û bibînin bê nirxandina dadgeha îstînafê çi ye beriya em bigihêjin encameke diyar. Em dê xwe van sê hefteyan jî bigirin, yê dadgeha îstînafê dixwaz e bikar bîne bo nivîsandina biryara xwe.

Pêvajoya dadgehkirinê di joreyeke ewleyî de li dadgeha destpêkî ya Göteborg li dar ket û cihên guhdaran tijî bûbû. Heval û merivên mêrê 26 salî û yê 23 salî bi dorê cih didan hev. Hindek jî li derveyê salonê rûniştibûn û hebûn yên li wê derê limêja xwe ser cilik yan cakêtekî dikirin.

Agneta Hilding Qvarnström, cêgira dozgera serok meyla van du mêrên gumana tevlîbûn û hevkarîbûna tawanên terorê ji wan tên kirin, zelal dibîn e:

- Ew hîna li Swêdê biryara vegera xwe bo Somaliyayê dan bo ku li wê derê tevlî al-Shabab bibin û wan di delîlan de jî derbirîn ku, wekî ez dibînim, bi nêt bûn xwe biteqînin.

Berpêşkirina daxwazîya parêzeran û dozgeran de, beriya her tiştî derbarê du xalan bûn. Hem ku materialê delîlan, ji bi dizî guhdarkirinên telefonan û tomarkirinên vîdîo yên polîsên ewleyîyê civandinin dema çavdêrîya herdu mêran dikirin. Û hem jî rol lîstina al-Shabab li Somalyayê bi xwe, eger wekî nimûne şerekî çekdar hebe li wê derê yan na.

Du kes ji her pênc endamên dadgehê di dadgeha destpêkî de, û yek ji wan hiqûqzan, xwestin her du mêr serbest bibin. Her ji ber kêmbûna delîlên dijî wan. Her du jî tawananbarîyan red dikin.

- Her tenê ew ku tevlî al-Shabab bûye, delîla tikîtenê ye ya dozger pêşkêş dike wekî îsbata ku ew belkî bi nêta hewildana xwekuştinê be.

Parêzer Thomas Olsson dibêje ku ya dozger tu îsbatên qateî tunene nîşan didin ku mêrê 26 salî bi rastî bi tiştekî wisa rabûbe.

Dawîya dadgehkirinê tên dîtin wekî encamên mezin bo karê Säpoyê di pêştir de, di rewşên terorê yên bi vî awayî de, rewşên tê de sernivîsên tawanê dikarin bibin hevkarî yan tevlîbûna tawanên terorê.

Ser wê dimîne bê materyalên îsbatê çinin bo ku karibin kesekî gumanjêkirî mehkûm bikin bo tiştekî ew kesa dibêje amadeye ku bike. Û Di vê rewşê de derbarê hewildanên xwekuştinê li Somalyayê û hem jî li derveyê sînorên welat jî.

Rickard Backenroth parêzerê mêrê 23 salî dibêje ku, dimîne ser nirxandinên vê rewşê di dadgeha îstînafê de û belkî jî di dadgeha herî bilind de bo em zanibin bê qanûn dê bi çi awayî bên bi kara nîn di pêşerojê de. Bê eger karê Säpo têr bû û ev yeka dê di çend rewşan de bandorê li karê wan jî bike di pêştir de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".