Foto: Christine Odén / SR

Extremîsm ne tenê aliyê islamî ye

Debata swêdî ya di derbarê  şiddethezên tûj bêtir bi yekalî li ser islamê tê fokuse kirinê. Ev yek li gor nivîsa  wezira demokrasîyê Birgitta Ohlsson  û şefê çalakiyan li  Fryshusetê Robert Örell di rojnameya swêdî  Dagens Nyheterê de.

Mebesta wan ew e ku pêdiviya Swêdiyan bi pêşîlêgirtinek stratejîk li dij hemû şiddethezên extremist ku herwuha tê wateya şiddetên ji aliyê nijadperestiyê jî. Fokusek yek alî li ser şiddeta islamî bi bûyerên xwekujeriya li Stockholmê re,  dikare rê li bibe egera geşkirina hêzên nijadperestiyê. Bi vê riyê hêzên extremîst hev geştir dikin. Li gor Birgitta Ohlsson û Robert Örell.

Ew herwuha dinivîsin ku karakterê  hêzên nijadperest hatiye guhertin.

Ku cilên wan, sembolên wan û sertaşiya wan kêmtir xûya dike. Lê hedefa wan etnisiteya civakek yekrengî  di bin rêveberiya diktatorî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".