Wêne: SR/ Grafik: Martin Thelander

Bêtirîn SD dev ji karên xwe berdidin

Piştî hilbijartina payîzê nêzikê 400 siyasetmedarên şaredariyê  ji karên xwe yên meclîsê derketine.Gelek ji wan Demokratên Swêdê ne. Ev derketinên wuha 7 car ji partiyên din bêtir in.

 Ji sedê 14 endamên Demokratên Swêdê piştî hilbijartinê dev ji karên xwe berdane. Ya partiyên din ev hejmar tenê 2 ji sedê ye.

Egera wan ya yekem kêmasiya demê ye.  Lê li gor Demokratên Swêdê  ev girêdaya bîrûbaweriyên nerênî ye ji hawirdorê.

Siyasetzan Anders Sannerstedt ku di zaningeha Lundê de doçent e, bawer nake ku sedema devjikarberdanê  tirs e;

-Bi min, ev behane ne. Ev bêtir ji kêmasiya balkêşîyê tê, û herwuha wan nedizani ka ciqas ked dixwaze ji bo mirov birêkûpêk kar bike. Ev bûyer di partiyên din de jî pêk tê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".