Wêne: Angela Wiese/Sveriges Radio.

Bagerê trafîka Stockholmê felc kir

Bagera bi hêz ku îşev heta sibê dom kir, bû sedema pirsgirekên mezin  yên trafîkê Svealand Başûrê Norrlanda  bi taybet li peravên herêmê. Îşev yek deçîmeter berf hatiye li hinek herêman. Gelek şematokî li riyan heye û bayeke gelek xort digere li ser riyan. Daireya Giştî ya Trafîkê hişyarî dide ajokaran ku neçine cihekê.

 Trafika herêma Stockholma mezin (SL) hemu otobusên li bajêrê ji karê vekêşiya vê sibê.

Tarika trênê,  û yê balafirê li Arlanda û Brommayê   jî tevihevî û derengî bûn pêk hatiye.

Çend qaziyên biçûk li herêma Stockholmê, Gästrikland û Hälsinglandê jî çêbûne lê çi mirin an brîndariyên mezin  pêk hatiye. 

Li gor Daireya  Giştî Meterolojiya Swêdê dê ev bagar hêdi hêdi xwe berbi başûr ve bikşîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".