Wêne :Jurek Holzer/SvD/Scanpix

Vîrusa RS bêtir li zarokên berşîr dide

A niha gelek kes enfeksiyonên ku ji vîrusa rs  nesax dikevin. Ji payîzê heta niha 600 nexweşî hatine rapor kirin li gor Enstituya parastina ji nexweşiyan,  (Smittskyddsinstitutet). Tenê di heftêya borî de  178  kes vê nesaxîyê girtine.

Rs navê nesaxiyeke sermagirtinê ye ku dikara bibe egera astengiya bêhndanê ji bo zarokên berşîr. Û epidemilogê dewletê Annika Linde ji enstituyê  banga dêûbaban dike ku bêtir  baldar bibin.

Ev vîrus bêtir di serdema zivistanê de belav dibe û hêzawê li gor salan diguherê. Hinek zarok wisa nesax dikevin ku ji wan re lênêrina nexweşîyê pê divê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".