Wêne: SR

Ava Östersundê hefteyek din tê vexwarin

Ava Östersundê, ku ji meha 11 an heta niha ji parazîta Cryptosporidiumê  gemar bûye, nêzik de dê pak bibe.Bersiva testê ku ji Amerikayê hatiye diyar dike ku sistema pakkirina nû bi ronahîya UV parasîtan  bê hêz dike.

 Ew ava niha ku dikeve nav qanalan de bê parazît e.

Berya ku ava kanîyê bê vexwarin divê nêzikê 7 mîl ji wan 35 mîlan ji qanalan biçe da ku av bi temamî pak bibe. Li gor şaredariyê hefteyek hê maye ku qanal hemû ji parazîtê pak bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".