Wêne: John McConnico/Scanpix.

Du navên kurd namzedên Nobelê ne

Du navên kurd îsal namzedên xelata aştî ya Nobelê ne. Yek Roj TV ye ku ji aliyê 150 rewşembîr û rêxistinên mafên mirovan  ve hatiye  pêşnîyaz kirin. Navekî giring ji wan sermetranê ku bixwe xelatgirê aştî ye, Destmond Tutu navdar e.  

 Herwuha gelek ji danimarkiyan jî  li pişt vê pêşniyazê ne li gor rojnameya danimarkî. Politiken.

Şiroveya wan jî  ku Roj Tv ji bo nasnameya netewîya kurd giring e û herwuha ku Roj Tv  bi awayek nedirusti ketiye ber qanûna antiteroriyê.

Navê din jî avakerê Rêxistina Mafê Mirovan ya Kurdistanê li îranê Sadiq Kabûwend e . Sadiq Kabuwend rexistinê sala 2006 ava kir û 2008 an kete zindanê, ew  bi vê rêxistinê têkbirina ewlehiya welêt ve tê tawan kirin.

Bi sedan rojnamevan û çalakvanên mafên mirovan û ji sivîlan Kabuwend wek namzedê xelata aştiya Nobelê dane nîşan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".