Konferansa navneteweyî ya dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch-CHAK. Wêne: Zayele

Rewşa kurdan li rojavayê Kurdistanê di konferanseke navneteweyî de hate şîrove kirin

Raporeke derbarê konferansê
9:17 min

Dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch-CHAK konferanseke berfireh derbarê rewşa kurdên li rojavayê Kurdistanê di 12 sibatê de li ABF a Stockholmê li dar xist. Gelek kesayetîyên navdar ji partiyên siyasî, dezgehên mafê mirovan û pisporên pirsê beşdarî konferansa roja şemîyê bûn.

Seroka EU-Turkey Civic Commissionê Prof. Kariane Therese Westrheim, pisporê berê ji enstîtuya kraliyeta Ingilîztan Robert Lowe, pispora pirsa kurd di Amnesty International de Elisabeth Löfgren, çend ji kesên beşedar bûn.

Xalên navendî di pirsgirêka kurdên rojavayê Kurdistanê de, ji bilî mafên bingehîn yê mirovan bêguman pirsa mafê hemwelatîbûnê bû bo wan gelek kurdên di herêmê de îro dijîn bê nasname û ew kurdên bi carekê re ne qeyd kirî nin di sîstema hukûmî de. Li gor pisporê berê ji enstîtuya kraliyeta Ingilîztan, Robert Lowe divê pirsa wan berîya her tiştî bên çareser kirin.

- Ji bilî çareserkirina pirsên nasnameyê, û mafê kirîn û firotina erdan her mafê çandî û bi kar anîna ziman û mafên sîyasî gelekî giring in. Û derbarê bêdengîya peyda dibe ji aliyê welatên rojavayî ve bo mafê kurdan li Sûrîyê, pisporê rojhilata navîn ji Birîtaniya yê, Robert Lawe dibêje ku kare ji ber gelek hoyan be.

Yek ji wan ew ku hejmara kurdan kêm e li rojava, û ne baş organise kirî nin danberhev bi beşên din re, yên bêhtir çalak û bi dengin. Herweha bûyerên bi felaket li îraqê û Turkiye li dar ketinin û bêhtir fokus ji welatên rojavayî kişandin xwe.

Li gor wî her ev yeka jî hatîye guhertin û dixwaze vegere bûyerên berîya 5-6 salan li Kurdistana sûrîyê li dar ketin û çavê welatên ewropî vekirin. Lê dîsan jî li gor Lawe, di rewşa hazir de gelek pirsên giringtir henin di rojhilata navîn de bo welatên ewrûpî, berîya bi giringî li rewşa kurdan li Sûrîyê binerin.

Lê her bi hêvî û geşbîn e, ew dibêje ku kurdên li derve ye Kurdistanê dijîn gelekî çalakin û agahdrî û raporan derbarê rewşa kurdan belav dikin.

Ji bilî pirsa mafê kurdên bê nasname û yên bi carekê re ne qeyd kirî nin, pirsa dekrêta 49 an ya ji aliyê serokomarê Suriyê hatiye pejirandin û bi rêya wê talankirina mal û milkê Kurda pêk tê hate şîrove kirin. Lousie Gunvén, ji rêxistina navneteweyî ya parêzerên bêsînor, ser vê xalê bi taybetî rawestîya û ew dibêje ku ev pirseke qanûnî ya bi zehmet e bandor bên li wê kirin.

- Bêguman bi zehmet e, pirînsîpek heye dibêje: her welatekî serbixwe xwedan mafê desthilatî û birîyar danê ye di hundirê sînorên xwe de û welatên din bi hesanî nikarin xwe tevlî pirsên bi vî awayî bikin. lê eger mesele gelekî cidî bibe, Netweyên yekgirtî, kare derbas bibe bi rêya mudaxelen siyasî yan aborî û boykot yan jî cezeya deyine ser wî welatî. Lê gelek hoyên bi hêz pêwîstin beriya gaveke wisa mezin bê avêtin.

Parêzer Louise Gunvén dibêje ku ew bi xwe nizane çima ta nuha welatên rojavayî hewildana banorekê nekirin di vê pirsê de, kare ji kêmbûna agahdariya be ser dekrêta 49 an yan jî bi wê baş zanin û ji ber berjewendîyên siyasî be dengê xwe bilind nekirinin.

Ji alîyê wan bi xwe de, parêzerên bêsînor, nuha haya wan ji vê mijarê çêbûye û dê hewil bidin projeyeke taybetî li Sûrîyê li dar bi xin herçend jî dudile ji bandor kirina ser rejîma Sûrîyê ve. Lê ta nuha hîna li îmkanê vê yekê baş nenerînin.

Di nav kesên beşdar de, nûnerên bêhtirînê partîyên swêdî amade bûbûn û axaftinên xwe pêşkêş kirin. Ji bilî behsa giştî ya mafê mirovan, rewşa girtîyên sîyasî û mafê derbirîna bîrûbawerîyan, rewşa aktuel ya rojhilata navîn û dewletên erebî hate ziman, wekî ketina rejîma Tunisê û Mobarekê Misrê. Hêvîya gelek ji nûnerên partîyan ew bû ku demokrasî ava bibe di rojhilata navîn de û bi hêvîya ku rêjîma Sûrîyê di rêza rêjîmên ketî de be.

Herweha bêhtirînê wan soza belav kirina agahdarîya derbarê rewşa kurdan li Surîyê belav bikin bi sîyaseta xwe û bigihînin astên sîyasî yên bilind, lê daxwaza wan jî ew bû ku her hemû kesên çalak xebata xwe berdewam bikin û herdem wan agahdar bikin ji aliyê bûyerên bi serê kurdan ve tên.

Dr û sosyolog Ismail Beşikçi, bi nameyeke nivîskî beşadarî semînerê bû têde bi giştî ser mafê kurdan axivî.

Naile Aras, ji Foruma navneteweyî rewşa keç û jinên kurd li Sûrîyê anî ziman di axaftina xwe de. Bi taybetî ew jinên piştî bûyerên di sala 2004 de li Qamişlo li dar ketin, hatin zindan kirin, êşkence kirin û ketin bi dest dirêjîya cinsî de ji alîyê hêzên muxaberatan ve. Wê mafê wan û hem jî yên zarokan gelekî giring dît di şîroveya mafê kurdan de li Sûrîyê û rojavayê kurdistanê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".