Hilbijartin li du şaredariyan jinûve dibe

Dê dîsa li şaredariya  Örebroyê û Västra Götalandê  hilbijartin çêbe li gor biryara  Komisyona Jinûvelênêrîna Hilbijartinê (Valprövningsnämnden). Ev konsey yekem û mezintirîn meqam e ku xwediyê mafê itirazan  bike di pêvajoya hilbijartinê de.

- Ev çewtiyên kû çêbûne dikare encama hilbijartinê biguherîne dibêje serokê konseyê Beng-Åke Nilsson ji TT re.

17 deng bi şaşî hatine hejmartin di hilbijartina şaredariya Örebroyê. Ev hinek li pejirandina şaşî ya kefîlan e û an jî balkêşandinên li ser lokalên pêşhilbijartinan in.

Marjînal gelek biçûk  bûn. Çend dengên din dikariya kursiyek din bidaya Partiya Gel / Folkpartietê. Ev hilbijartin ne ji bo hemû Örebroyê, lê tenê herêma hilbijartine li bakûrê rojhilata Örebroyê ye.

 Li rojavayê wilayeta rojavayê Götalandê hilbijartin hemû herêman lidardikeve. Egera vê yekê jî windabûna 16 dengên Partiya Navendî/ Center Partiet bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".