Bankeya navendî faîza herî giring bilind dike

Bankeya navendî, Riksbanken faîza herî giring ya îdare kirinê, reporänta bilind dike ji 0,25 ta 1,50 %, Her ew faîz e ya bankeya navendî werdigire dema pera bi deyin û di hundurê demeke kurt de dide bankên din. Styrränta beşek gelekî giring e di sîyaseta peran de.

Pêşbînî diyar dikin ku dê bilindbûna faîzê her berdewam be.

Bankeya navendî bi van gotinan delîl rê dana bilindbûna faîza eşkere dikin:

”Aborîya swêdî bi hêz berdewam e ber bi pêşveçûnê de. Dexta inflasyonê ya ji berê ve heye hîna jî lawaz e li Swêdê, lê tên bawer kirin ku dê bilind bibe bi bihêzbûna rewşa aborî re, ango konjunktur. ”

Bilindbûna buhayîya enerjî û madeya xam rê li ber înfalsyoneke bilindtir vedike. Bo stabîl kirina înflasyonê nêzîka armanca ku ser asta 2% be, reporänta, fayîza îdare kirinê bi pêwîstiya bi bilindbûneke gav bi gav e.

Ji ber vê yekê jî birêvebirîya bankeya navendî birîyar dan ku faîyzê îdare kirinê ji 0,25 bilind bikin ta 1,5% .

Tên nirxandin jî ku faîza îdare kirinê bi pêwîstîya bilindkirinê ye bi leztir di pêştir de.