Wêne: Fredrik Sandberg /Scanpix.

Navekî giring jî ji S derket

 Navekî giring ji siyasetmedarên Sosyaldemokratan derket.  Ilija Batljan ji  bo bazirganiyê dev ji siyasetê berdide.

Batjlan yek ji wan simayan di afîşên hilbijartinê de bû, niha ji  konseya wilayetê ya mihalefetê li Stockholmê derket  ji bo ku bibe cigirê berpirsiyarê giştî yê şirketa hisseyê xaniyan Dombron.Ew  berya hilbijartina payîzê encumenê şaredariyê bû  li Nyneshamnê û  hinekan digotin ku dê ew piştî Mona Sahlin serokatiyê Sosyal Demokratan bike.

Her wuha en endamek ji Demokratên Swêdê jî ji Burlöva Skåneyê ji wezifeya xwe ya meclisa şaredariyê derket. Piştî ku ji tawana lêdanê  li gor rojnameya Sydsvenskan.

Roja ênê ev mêrik ji karê xwe ya siyasî, ji aliyê gruba partiyê hate derkirin. Ev yek piştî ku ew cezaya bi şert ku xizmeta civakê bike ji ber ku wî li jinekê xistibû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".