Kêm kes kar werdigirin piştî alikariya rênîşanderekî kar

Di lêhûrnerîneke beşê nûçeyên kanala 4 de, hate eşkere kirin ku ne du ji deh jî, ango 17 %, karekî wernagirin piştî alîkariya rênişanderekî kar, yên bi swêdî ji wan re dibêjin jobbcoach.

Nuha daîreya kar jî nirxandinên xwe diyar dike, têde miliyonên hatinin danîn ser karê rênîşanderên kar, kare bê fayide be.

Wezîra bazara kar, Hillevi Engström ji bîroya nûçeyên rojnameyan re dibêje, ku ew ne amade ye vî karî gunehbar bike û divê em bînin bîr awxe ku me krîseke aborî jî hebû di wê navê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".