Wêne: Scanpix.

Qeşa xwe belav kirîye li deryaçeya baltîk

Ji sala 1987 wiqase qeşa peyda nebûye di deryaçeya baltîk de wekî vê salê. Di rewşa hazir de qeşa 270 000 kîlometrên çarguşeyî xwe belav kirîye. Ta nuha pirbûna qeşayê bandor li ser trafîka deryaçeyî nekirîye, lê kare bibe astengî di pêştir de.

Tên taxmîn kirin ku dê hewa gelekî sar be di dawîya vê hefteyê de li başûrê Swêdê, û di destpêka heftîya bê de qeşa kare bêhtir jî bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".