Volvo du fabrîkên xwe li Çînê ava dike

Îro Otomobilên Volvoyê stratejiya xwe ya pêşerojê li Volvoyê li Çînê pêşkêş kir, Volvo dê fabrîkek nû li Chengdu li Kinayê ava bike ku salê ji 100 000 otomobîlan ji bo piyesaya Çînê îmal bike, sala destpêkirinê jî 2013 ye.
Herwuha xwediyê fabrika Geely jî, lê dikole da fabrîkek din li bajarê Daqingê ava bike. Li wir dikarin salê 200 000 otomobîl çêbikin ku sala 2015 yan de tê plankirin.
Berpirsiyarê giştî yê Volvoyê Stefan Jacoby hesab dike ku buhayê Volvoyê ji ya Swêdê erzantir bibe. Lê ji karkerên Volvo yê li Swêdê re jî peyman dide ku ji bo karê xwe netirsin;
- Ez ji dil peyman didim ku hevce nake ew bitirsin ji bo ku karê wan li Göteborg winda bibe.
Lê herwuha ji teslîmkeran re jî dîyar kir ku xwe amadeyê reqabetan di piyaseya cihanê de bikin.