Wêne:Gregorio Borgia/Scanpix.

Pireke hewayî bo Terablusê tên saz kirin

Îro dê pireke hewayî navbera paytexta Lîbyayê, Terablus û Malta yê saz bibe bo derxistina bîyanîyên mayî di hundirê Lîbyayê de.

Swêd balefireke veguhestina leşkerî şand Maltayê doh êvarê û Brîtaniya dê bi vî karî rabe. Armanca Swêdê bi xwe ew ku wan nêzîka 20 swêdîyên ta nuha li Lîbyayê nin vegerîne malê.

Lê diyare rewş ne bi hesan e ji ber astengîyên têkilî û peywendîyê di hundirê Lîbyayê de û herweha bizehmetbûna destûra balefiran ku li Terablusê dakevin. Ev li gor Ulla Gudmundsson ji wezareta derve ya Swêdê.

- Divê balefir bi texmîn bi rêkevin û hîna li asman agahdar bibin bê eger destûra daketinê ji wan re derdikeve yan na.

Ev hoyeke giring bo ku em baş vî karî kordîne bikin û ne ku sê balefirên cuda bên şandin û bo tenê yekê ji wan destûra daketinê bên qebûl kirin.

Ulla Gudmundsson ji wezareta derve ya Swêdê di hevpeyvînekê de bi beşê nûçeyên radîyoya Swêdê re, Ekot. Heft swêdî, doh bi serkeftî xwe gihandin Swêdê ji Lîbyayê bi rêya Fransayê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".