Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Pêşniyarek ku dilê bîyaniyên Swêdî geş dike

Hat weşandin torsdag 10 mars 2011 kl 10.00
Wêne: Björn Larsson Ask/Scanpix.

Kesên ku mafê mayînê ya daimî li Swêdê wergirtine, divê mafên wan ya mayîna welatek din heta 5 salan jî mumkin bibe,  ku di dema niha de ev bi tenê yek sal e. Ev li gor komisyoneke resmî ye ku li qanûn û qaideyên  li Daireya Koçê nêrîne, ev komisyon dê nezikde lêkolîna xwe pêşkêş bikin.

Fredrik Federley ji Partiya Navendî (Centerpartiet) yek ji endamên komisyonê ye.

- Dê ev gelek ji gelek kesan re hêsantir bike, yên ku dixwazin biçine welatên xwe û dixwazin rewş û ewlehiya welatê xwe bibînin. Sedem her çi bibe, dê ji wan kesan re hêsantir bibe ku li ser sinûran de bigerin, ev jî erka komisyona me ya  bingehîn bû ji xwe.

Ev komisyon ku ji sala 2009 an de destpêkiriye ji endamên hemû partiyên parlemenê ve pêk tê ji bilî Demokratên Swêdê. Komisyon piştî demek kurt dê pêşniyara xwe çend rêze pêşniyaran di warê koçberî de, pêşkêş bikin.

Herwuha pêşniyarek jî ji bo xwendekarên bîyanî jî heye ku dê mafê wan hebe  piştî mezuniyeta xwe 6 mehên din jî  li vir bimînîn ku bikarin karek peyda bikin ji xwe re.

Sala 2009 nêzikê 40 000 xwendekarên navnetewî li Swêdê perwerdehi wergirtin . Ji van tenê  500 kes mane Swêdê ji bo kar bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".