Nûnerên SD partiya xwe rexne dikin

Gelek ji nûnerên herêmî yên Demokratên Swêdê rexndar in li hember helwestên partiyê li parlementoyê û ku parti ji aliyê serokatiyê  ve tê rêvebirin Li gor rapora Ekot. Allan Jönsson serokê Demokratên Swêdê li Bjuvê li Skåneyê ye, ku li wir partî pirtirîn dengan girtibû.

Li gor wî parlemento gelek xwe dide ser koçberan û îslamiyê, û kêmtir bal didin li ser pirsên din wek mînak lênêrîna kalûpîran.

- Em hê nihajî bi yek awayê li pirsan xwedî derdikevin ku ev jî me wek partiya yek pirsê tenê dide nîşan.

Pirsekê din ku kerbên Demokratên Swêdê radike, ku beşên herêmî dibêjin qey piştgirîya aborî têra xwe nastînîn, piştî ku parti ketine parlementoyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista