Opozisyon firotina şirketan rawestand

Hukûmeta swêdî pêrgî paşdeçûnên nû bû di parlamanê de dema opozisyon berdewamîya firotina şirketên dewletî rawestand. Hukûmet hem di dengdanên derbarê talîmatên depokirina agahdarîyan ya yekîtîya ewrûpayê jî bi ser neketin, yên nuha bi kêmanî salekê derengtir dikeve û bi cezeyên pir bo yekîtîya ewrûpayê.

Hukûmeta Reinfeldt ne xwedan piranîyeke bi xwe ye, lê opozîsiyona sorkeskan karin bi piştgîrîya partîya demokratên Swêdê zora pêşnîyarên hikûmetê bibin. Û bi berevajîyê hukûmet bi piştgîrîya demokratên Swêdê karin daxwaz û pêşnîyarên xwe bi ser bixin.

Hukûmet di sala 2010 kete dengdanê de bi armanca ku di dema wan ya wezîfeyê de berdewam bin bi firotina mulikên dewletî di çend şirketan de.

Armanca firotinê komkirina 100 miliyar kron e bo hatinîyan, di nav wan de vê carê derbarê şirketa deynên malan SBAB bû ya 100 % dewletî ye. Telia Sonera, ya beşê dewleta Swêdê tê de 37 % ye û Posten Norden ya bi 60 % mulikê dewletî ye.

Ji bilî van jî firotina beşê şirketa Vattenfall li derveyî welat. Ev firotin dê çend deh miliyar kronên din bidaya hukûmetê. Hukûmet jî dixwaze van pera bide hev bo dana qistên deyinên dewletê, yên bi vê yekê lêçûnên dewletê dê kêmtir bûba û Swêd ketiba rewşeke aborî ya baştir di pêşerojê de, û di heman demê de lêçûnên faîz bihatana bi kar anîn di warê  baş kirina refahê de.

Ev argument û delîlên hukûmetê bûn.

Opozîsyona sorkeskan li dij firotina şirket û malên dewletî nin û diyar e dîtinên demokratên Swêdê jî hevbeşin bi wan re di vê yekê de. Ji ber vê yekê jî opozîsyona komkirî karîbûn bi du dengan bêhtir planên hukûmetê rawestînin.

Håkan Juholt, yê hatîye pêşniyar kirina bo serokatîya partîya sosyaldemokratan, bi encamên dengdana di parlamanê de razî bû û başî û feydeyên mana mulikê dewletî giring dibîne:

- Berîya hertiştî ev şirket qazencên mezintir didin danberhev bi qazencên wan piştî firotinê re. Ji ber vê yekê jî firotina wan ne aborîyeke baş e.

Ev dîtinên Håkan Juholt bû û dîyare dîtinên Fredrik Reinfeldt ji vî alî ve cuda nin:

- Håkan Juholt ji sosyaldemokratan li gel Jimmie Åkeson ji demokratên Swêdê diyar dike bê çi giring e bo wî: Ku bibin xwedan înstîtuen deynên malan yên êrîşkar, ku xwe ji krîsa aborî fêr nekin û  nîsan nade ku ew têgihiştîye ku siyaset derbarê xistina pera di wan cihên herî giring de, bo zarokan di dibistanan de û bo baş kirina ware lênerîna tenduristîyê e.

Li gel wê parastina bo kêmînîyan ya di rewşa wergirtina birîyarên derbarê pirsên yekîtiya ewrûpayê heye, partîya çep li gel partîya jîngehê û demokratên Swêdê karîbûn ew beşê şeşem ji dengan werbigirin, yê pêwîst bû bo rawestandina pêşniyara talîmatên komkirina agahdarîyan.

Pêşniyara dibêje şirketên telefonan gerek agahdarîyên derbarê trafîka telefon û agahdarîyan di şeş mehan de kom bike û ba xwe bihêle.

Nuha ev pêşnîyar salekê dereng dikeve. Swêd deyindarê dana cezeyan e bo yekîtiya ewrûpayê bi nêzîka 150 milyon kron, ji ber biryara doh li parlamanê hate wergirtin.

Nebûna piranîyeke hukûmetê di parlamanê de hiştîye gelekê caran binkevin.

Partîya demokratên Swêdê di heft rewşan de piştgîrîya opozîsiyona çep kirine û zora pêşniyarên hukûmetê birinin, lê di pirînê caran de demokratên Swêdê alîyê hukûmetê girtinin.

Bi lihevkirina hukûmetê û partîya jîngehê re di ware siyaseta koçberiyê de, partîya demokratên Swêdê hêza xwe di pirsa partiyê ya giring de wenda kirinin.

Lê pirsa dimîne ew ku gelo hukûmet dê çend karibe xwe ragire hember binketinên mezin bêyî ku bi bandoreke mezin be ser desthilatîya hukûmetê û şikandina wê.

Pirsa herî giring bo biserketinê pêşniyara buceyê ye. Qanûn di vê yekê de dibêje ku tenê opozîsyoneke yekbûyî kare pêşniyara buceyê ya hukûmetê bixîne, û ev yeka bêguman dê bo hukûmetê bi feyde be. Lê di pirsên din de hukûmet kare wenda kirinên din di parlamanê de bibîn e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista