Wêne:Scanpix. Montage: Sveriges Radio.

Emelî kare nexweşîya şekir derman bike

Nexweşên diyabetes, ango kesên bi nexweşiya şekir yên emeliya bi navê gastric bypass çê dikin, nexweşî piştî çend rojekî ji wan diçe. Ev bandora bi lez diyar dibe, berya kesê nexweş dest bi kêmkirina kîloyan bike bi gelekî. Jan Hedenbro, docent li nexweşxaneya zanîngeha Lundê vê yekê tesdîq dike.

Li gor lêkolînerên navenda diyabetesê ya zanîngeha Lundê, nuha kes nikare sedemên vê bûyerê bide nasîn û şîrove bike.

Navend nuha dest bi projeyeke lêkolînî ya berfireh derbarê vê dîyardeyê dike. Îro nêzîka 250 miliyon mirov di temamê cîhanê de henin bi nexweşîya şekir ya ji wê re dibêjin diybetesa tîpa 2 û ya bêhtir bi emir re çê dibe.

Eger bi emelîyatên sivik yan bi dermanên nû ev nexweşîya bên derman kirin dê mesrefeke zêde bo civakê kêm bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".