Di sê mihan de dused milyonên zêde /Scanpix

Sermaya derveyî welêt tê aşkerekirin.

Swêdî êdî sermaya xwe ya derveyî welêt bêhtir aşkere dikin. Tehlîlvanê Daîreya Bacê (Skatteverket) Göran Haglund diyar dike ku di aşkerekirina mêl de bilindbûnek pir xwert heye.

Di sê mihên destpêka vê salê de dahatên ji bacê ku bi dilxwaziya kesan hatiye sererastkirin bi 200 milyon kronî zêde kiriye. Ev hejmar bi qasî tevahiya 12 heyvên sala par e.

Sedema ku xelk malê xwe yê derveyî welêt bêhtir aşkere dike tirsa ku meqamên resmî bi wan bihesin e. Îro hem sîstema komputeran hem jî peymanên navdewletî ku agahiyan bi hev re par dikin hene.

Par Swêdê bi hin welatên ku mîna buhuştên veşartina zikatê dihatin dîtin re peyman îmze kiribûn.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".