Psîkîyatrî yan zindan /Scanpix

Gumanjêkirî li Örebro diçe psîkîyatriya edlî

Kesê 24 salî yê ji ber destdirêjiya gelek jinan li Örebro tê tawanbarkirin wê ji aliyê psîkîyatriya edlî ve bê lênerîn.

Ev biryara dadgeha destpêkê ya Örebro ye. Li hember kesê 24 salî gelek delîlên xurt hene ku wî li Örebro destdirêjiya 15 jinan kiriye û di navbera 2005 – 2010ê de tirs û xof li Örebro belavkiriye.

Parêzerê kesê gumanjêkirî doza lênerîna psîkîyatriyê kir û ev daxwaz hat pejirandin. Di nava çar hefteyan de encama lênerînê wê diyar bibe. Wê demê cardin dadgeh wê li hev bicive û biryarê bide bê çi cezayî bidin gumanbarê destdirêjiyên li Örebro.

Dozger ji bo wî 14 sal cezayê zindanê xwestiye û herweha daxwaza milyonek û 200 hezar xesaretdanê jê tê kirin.

Eger ji aliyê mêjî ve problemek ji yê gumanjêkirî derkeve holê wê wî bişînin lênerîna pisîkîyatriya edlî, yan na cezayê zindanê wê lê bê birîn.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".